• Kirmaşan bajarekî gelekî mezin ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji bajarên Kurdistanê ên ku serjimara wan di ser milyonekê re ye. 

AGRÎN ŞERÎFE / NÛJÎNHA /KIRMAŞAN

Kirmaşan bajarekî gelekî mezin ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji bajarên Kurdistanê ên ku serjimara wan di ser milyonekê re ye. Li gorî serjimara 2016´an milyonek û 83 hezar mirov lê dijîn. Rûbera wê 93 milyon û 389 hezar û 956 metreyên bi çarçik e. Bajar çargoşe ava bûye ye, û bi cihên xwe yên dîrokî û xweş li Îranê jî balê dikişîne ser xwe.

Herêma Taqî Westan (bi Farisî “Taqê Bostan”) li bakurê rojhilatê Kirmaşanê ye û lê belge û berhemên gelekî muhim ên dîrokî hene. Du kevanên mezin û biçûk, û hinek nivîs li ser wan hene. Li ser kevana mezin a Taqî Westanê motîfên cûr bi cûr hene. Ji wan muzîkjen yên herî balkêş in. Di kevana piçûk a Taqî Westan de du nivîsên bi nivîsa Pehlewî hatine nivîsandin, mane.

Van deran bibînin

Di nava wan cihan de ku li Kirmanşanê hêjayî dîtinê ne, çiyayê Bêstûn heye. Qederê 20 kîlometreyan li bakûrê rojhilatê Kirmaşanê ye. Cihên din ên hêjayî dîtinê li bajêr ev in: Bazara Nerêtî, mala aligirê cihgirê Paşa Melîkî, Dêra Dilê Pîroz, Şikefta Parûf, Serab Nîlûfer, Tavgeya Heşîlan, Muzexaneya Kirmaşanê, Baxçeyê Gulan ê Kirmaşanê (ji du bajarên gulan ê Îranê yek e), Bazara Nanê Birincê, Mizgefta Îmadedîn û gelek cihên din.

Bazarên bajêr dewlemend in

Bazara asayî ya Kirmanşanê weke bazara tarî tê nasîn, gelek qumaşên xweşik ên cil û bergên Kurdî yên jinan lê hene, ‘Ewrî’ (Eprî, Ebrî) cureyekî serpoşê jinên Kurd e, şilik û gelek cureyên din ên çermê xwezayî, karên destan û gelek berhemên din di nava bazarê de hene.

Li Bazara Nanê Birincê gelek firoşgeh hene. Gelek caran di nava van firoşgehan de nan, nanê birincê û nanê xurmeyê yên ku berhemên sereke yên Kirmaşanê ne, tên çêkirin. Xwediyên firoşgehên Kirmaşanê dan zanîn ku nanê birincê bi rûnê Kirmaşan û ajalan tê çêkirin û tameke xwe ya resen û xweş heye. Malzemeyên vî nanî ji hêl, hêk, arê birincê, rûnê heywanan ê Kirmaşanê, şekir û ava gulan pêk tê.


Çiyayên bilind ên Kirmaşanê jî ji nava bajêr ve xuya ne.