Li eyaleta Florîda ya DYE’yê di encama Bahoza Mîltonê de 11 kes mirin û bi mîlyonan avahî bê elektrîk man. Waliyê eyaleta Başûr-rojhilatê DYE’yê Ron DeSantîs got:"Bahoz girîng bû, lê baş e ku senaryoya herî xerab pêk nehatiye." Li gorî agahiyên rayedarên herêmî herî kêm hejmara miriyan bûye 11 kes: Li eyaleta St Lûcîa County’ê 5, li eyaleta Volûsîa County’ê 3, li bajarê St Petersbûrgê 2 û li Tampa jî kesek jiyana xwe ji dest dane.
NAVENDA NÛÇEYAN