- Şeyma el-Ebasî ya 23 salî dikin Kurdeke Misilman e ji bo ku kêfa zarokan bîne, kincên Babe Noel li xwe dike.
Jineke Kurd li Mûsilê ji bo ku kêfa zarokan bîne, kincên Babe Noel li xwe kirin, bi wan re stran gotin û diyarî dan wan. Em behsa Şeyma el-Ebasî ya 23 salî dikin. Ew Kurdeke Misilman e lê dixwaze insan kêfxweş bibin: “Ez diyariyên besît didim zarokan da ew şa bibin.”
Zarok jî şan e ku kesek li wan difikire, diyariyan dide wan. Şeyma dixwaze her sal dîsa biçe Mûsilê û zarokan şa bike. Li gorî wê, di nav Mûsila DAIŞ´ê û şerê li dijî wê wêrankirî de pêdiviya zarokan bi vê heye.
Sedemeke şexsî ya Şeyma el-Ebasî jî heye. Sala 2014´an ji ber dagirkeriya çeteya DAIŞ´ê ew jî penaber bûbû û li kampeke penaberan bi cih bûbû: “Gava ez vê xirakeriyê dibînim, nava min diêşe. Gava ez zarok bûm, êşeke weke ya van zarokan dilê min jî diguvaşt.”
Şeyma el-Ebasî xwendekara zanîngehê ye û hêvî dike tevî çalakgeriya xwe ya ji bo gelek rêxistinên alîkariya insanî, dibistana xwe jî serketî biqedîne.
MÛSIL