• Nivîskar Mizgîn Ronak (Mizgîn Aydin) a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan, piştî cezayê wê qediya hate berdan.

Nivîskar Mizgîn Ronak (Mizgîn Aydin) a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan, piştî cezayê wê qediya hate berdan. Ronak a hêj 19 salî bû, sala 1992’yan li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hatibû dadgehkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 30 sal cezayê hepsê lê hatibû birrîn. Li aliyê din Ronak jina girtî ya duyemîn e ku piştî 30 salan hate berdan. 

Ji bilî malbata Ronak, rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ên ji bo girtiyan li Stenbole nobeta edaletê digirin, Ronak bi kulîlkan pêşwazî kirin.

‘Heta girtiyek hebe azadî ne azadî ye’

Ronak bi dorê li girtîgehên Êlih, Sêwaz, Mêrdîn, Elbîstan, Çewlik û herî dawî jî li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ma, di vê demê de gelek caran tev li çalakiyên greva birçîbûnê bû. Ronak a nexweşiya tansiyonê û gurçikê pê re heye û emeliyata guatr li pey xwe hiştiye, niha jî ji ber penceşêra pêsîrê derman dibe.

Mizgîn Ronak kesên di têkoşîna azadiyê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn û got, “Heta ku hevaleke/î me tenê jî di girtîgehê de bimîne, azadî ne azadî ye. Divê hevalên me yên girtî hemû bên berdan.”

Hate zanîn ku Ronak li gel malbata xwe wê sibe bê bajarê xwe Amedê. 
 
Mizgîn Ronak kî ye?

Mizgîn Ronak, di sala 1973’yan de li Amedê hatiye dinyayê. Di temenekî ciwan de biryara têkoşînê daye û tevlî nav refên azadiyê bûye. Di Tebaxa 1992’yan de li Amedê hatiye girtin û cezayê muebetê lê birrîne. Ligel astengiyan jî bi salan nivisên xwe yên di rojnameya Azadiya Welat de dewam kirin. Her wiha nivîsên wê di gelek kovaran de jî hatin weşandin.

Weke parêzvaneke ziman û wêjeya Kurdî tê nasîn û heta niha gelek berhem nivîsîne. Roman, çîrok û helbestên nivîsîne ji hêla weşanxaneyên Lîs, Ar, Sîtav û Aramê ve hatine çapkirin.

MA/GEBZE