AYM’ê jî ‘Ciwan’ kir ‘Civan’!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Nîsan 2022 - 22:06

  • Dadgeha Destûrê ya dewleta Tirk (AYM), qedexekirina navên ku di wan de tîpa "w" heye û Kurd li zarokên xwe dikin, weke binpêkirin qebûl nekir. 

Dadgeha Destûrê ya dewleta Tirk (AYM), qedexekirina navên ku di wan de tîpa "w" heye û Kurd li zarokên xwe dikin, weke binpêkirin qebûl nekir. 

Li Tirkiyeyê, tevî ku navê gelek şirket û televîzyonên biyanî di belgeyên fermî de bi tîpên "w, x, q" tên nivîsandin jî gava mesele navên zarokên Kurdan in, tîpên alfebeya Kurdî "w, x, q" bi hinceta ku di alfebeya Tirkî de nînin, bikaranîna wan tê qedexekirin. Ev qedexekirin hê jî didome û di navê zarokên Kurdan de tîpên "w, x, q" bi tîpên Tirkî "v, g-ğ, k" tên guhertin. 

Malbata Yilmaz sala 2014'an li Îzmîrê navê "Ciwan" li kurê xwe kir û ev qedexeyê bû bela serê malbatê. Miduriyeta Nifûsê ya Qeymeqamiya Navçeya Çîglî ya Izmîrê, bi hinceta ku ne li gorî qanûnan e, navê "Ciwan" qebûl nekir û ji bo ku navê "Ciwan" weke "Civan" bê nivîsandin, di 4'ê Kanûna 2014'an de îxbar kir. Li ser vê, dozgeriyê di 15'ê Kanûna 2014'an de li Yekemîn Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê doz vekir. Dadgehê jî biryar da ku tîpa "W" nikare di fermiyetê de bê bikaranîn û xwest navê "Ciwan" weke "Civan" bê nivîsandin. 

Li ser vê, bavê Ciwan, Abdullah Yilmaz miracaetî Dadgeha Bilind kir û li ber biryara dadgeha herêmî rabû. 8'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind jî di 5'ê Mijdara 2017'an de biryara dageha herêmî di cih de dît û biryara wê erê kir. Li ser vê Yilmaz, bi biryarên mînak ên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) yên derbarê mijarê de miracaetî AYM´ê kir.

AYM’ê tîpa ‘v’ guncav dît

AYM’a dewleta Tirk jî bi yekdengî guhertina tîpa "w" ya bi tîpa "v" ya ji bo navê Ciwan bipîvan dît û biryara dadgeha herêmî û Dadgeha Bilind erê kir û miracaeta Yilmaz ne di cih nedît. 

MA/IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.