Axirzemanek ji axirzemanên vê sîstemê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 3 Tîrmeh 2023 - 00:25

Li Fransayê polês kurekî 17 salî, belasedem qetil kir. Malbata Nael xwest berpirsiyar bên dadgehkirin. Dozgerê komarê jî bi heman daxwazê, doz da destpêkirin. Lê kolan aram nebûn. Xelk, nexasim jî ciwanên ji civakên koçber pêşî xwepêşandanên piçûk, paşê mezin û bêhtir bi şid û pêr jî dest bi xwepêşandanên mezintir û protestoyên tevî bikaranîna şidetê bûn. 

Li Fransayê, gava dewletê bi destê polêsekî xwe yekdestdariya xwe ya şidetê bi rengê qetilkirina zarokekî bi kar anî, gelek kes li bendê bûn ku di encamê de wê reaksiyonên ciwanên ji civakên koçber esas bi şid û dijwar bin. Lê kêm kes li bendê bûn ku wê sermeselê paytext Parîs bikeve rewşeke kaosê, li gelek deveran ciwan yekdestdariya şidetê ya dewletê ji holê rakin.

Li banliyoya ez berê lê salekê mam, Grignyê ew avahiyên esas feqîr li wan dimînin, yek ji wan hat şewitandin. Talan ji bo gelek kesan nîşana dagirkeriyê be jî, esas nîşana qelskirin yan jî qelsbûna hêza dewletê ye jî, ji ber wê gelek bûyerên talanê li Parîs û gelek bajarên din derketin holê.   

Belkî dîmenê ev rewş herî zêde darî çav kir ne teqîn, şewitandina avahiyan yan jî talan bû, lê belê ew heywanên ku ji baxçeyê heywanan hatine berdan: Zebra, zirave û gelek heywanên din li kolanên Parîsê pêr bi şev digeriyan. Ew filmên li ser "axirzemanî" yên holywood, platformên nû yên sektora "entertainement" yên weke Netflix, Sky û yên din, heywanên ji baxçeyên heywanan filitîne kirin yek ji nîşanên "axirzemanî". Ji ber wê jî bivê nevê me li Fransayê axirzemanek ji axirzemanan dît!

Axirzeman, esas ne yek e, gelek in. Ev demeke dirêj e, Tevgera Azadiya Kurd behsa krîza dawî û kaosa sîstema kurewî ya kapîtalîst ya li ser pişta netewe dewletan dike. Ya ku li Fransayê diqewime axirzemanekî vê sîstemê ye. Ev sîstem bi rengê heyî yê ku xwe li ser kara her zêde dibe ava û mezin dike, êdî nikare dewam bike. Netewe dewletên heyî bi şerên 10-15 salên bihurî ji heqî krîza xwe derneketin. 

Ji ber wê jî daxistina meydanan a bêhtir polêsan, yan jî daketina meydanan a rastgirên ku tevahiya xurtiya "neteweya" wan ji mêhtina welatên "dinya sisiyan" tê, wê ti pirsgirêkên esasî çareser neke. Bêyî ku ew koçberên niha Elmanên Spî li Elmanyayê ji wan aciz, Emerîkiyên spî li bakurê Emerîkayê ji wan aciz û Fransiyên spî li Fransayê ji wan aciz, xizmetên sereke yên bi hêza kar a erzan ne mumkin e. Pêdiviya sîstemê bi wan heye ku ew jê re kole bin. Lê çawa ku diyar e, sîstem bi hêzên xwe yên tetbîqkirina şidetê dixwaze nîşanî wanên li herî jêr bide, ka cihê wan çi ye. Ji ber wê jî serê çendekê li welatekî ji welatên Ewrûpayê ciwanekî ji wan belesebeb qetil dikin. Bi pirranî kes dengê xwe nake. Li Elmanyayê gelek ji van bûyeran diqewimin, lê dewlet û hêzên wê yên tetbîqkirina şidetê ne lazim e ji tiştekî bitirsin. 

Lê Fransa ne wisa ye. Li aliyekî derdora bajaran, ne xasim bajarên mezin hemû ji bo van "feqîrên" civakê geto ne, li aliyê din ew xewna karîna derketina ji van şert û mercên xirab ên civakî jî pirr kêm e: Kesekî ji getoyan li getoyan dimîne. Ev geto dikarin bi hêsanî bajarên xwe bitevizînin. Ciwanên li van getoyan niha li Fransayê vê dikin. 

Şewitandina maşînan, avahiyan, talan çiqasî xirab dibin bila bibin, ew ciwan pê dizanin ku ew otorîteya wê dewleta ku polêsê wê kengî dixwaze belesebeb yekî ji wan qetil dike, bi van çalakiyên xwe dihejînin; ew qebqebûyê dikin li yekdestdariya şidetê ya dewletê. Helwêsta dewletê bi xwe wê rêveçûna vê helwêstê diyar bike. Lê xwendineke xwerû di ser siyasetên ewlekariyê re wê tenê şirove û encamên xelet bi xwe re bîne.       

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.