Ax:Destpêka sînameya kolektîf

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 2 Adar 2024 - 00:49

  • Ji bo sînemayeke bîrbir -ku ji bo xelkên bindest û mêhtî biveneve ye- bibîranîna serhildêrên li ser ax’ekê û nîşandana “ax”ên ji kezebê yên kesên mêhtî pêwîst e. Filma “Ax” berê kamerayê dide ser şopa gerîlayan.

ARDÎN DÎREN

“kê negot, ax! û neçû?
kî nebû ax… û neçû?
felek kajikê bicû…”

Arjen Arî

Peyva “ax” bi du maneyan ji bo Kurdan girîng e. Ji lewma “ax”a ku lê dijîn tim “ax”în bi dilê wan dixe û felek tim bêbextiyan li wan dike. Yên çûyî jî û yên mayî jî tim bi “ax”ekê dijîn. Yên çûyî bêriya “ax”a xwe dikin û yên mayî jî li ser “ax”a xwe bi axîn dijîn. Ji lewma zordest û deshelatdar “ax”a wan dagirkirine û nahêlin ew li ser axa xwe bi rehetî bijîn. 

Filmê bi navê “Ax” bala me dibe ser xakeke ku hatiye dagirkirin. Navê vê xakê Kurdistan e. Kurdistana ku di bin postalên dagirkeren de dinale. Dagirkerên ku gundên Kurdan vala dikin û dinyaya wan serobino dikin. Tenê dagirker? Na. Kurdên ku dibin hevkarê dagirkeran ango qorocî jî zordestiyê li gundiyên xwe dikin û malên wan talan dikin. Kurd ji ber zilma van dagirker û qorociyan bêgav dimînin ku gundê xwe biterikînin û dev ji “ax”a xwe berdin. Lê kesên bi eynat jî hene-ma ne Kurd bi serhişkiya xwe navdar in- aha Zelo yek ji wan Kurdên bi rik e ku dev ji “ax”a xwe bernade û gundê xwe naterikîne. 

Zelo dide ser şopa gerîlayan

Filmê “Ax” destpêka sînemaya kolektîf ya Kurdan e. Her çend berê çend film hatibin çêkirin jî bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê, cara yekem Kurd bi awayekî rêxistinkirî filmê “Ax” çêkirin. Kurd li ser axa xwe cara ewil bi sînemayê dadikevin û “ax-în”ên xwe di sînemayê de nîşan didin. Weke filmê destpêkê li vî filmê dinihêrim û ji bo destpêkeke nû ya sînemayê jî xerab nabînim. Ji lewma berê filmî li ÇIYA ye ku ÇIYA ji bo Kurdan metaforeke girîng e. Yanî rêçên gerîlayan ên ber bi çiya ve nîşan didin ku ew ax ne bê xwediye. Û ji xwe Zelo jî herî dawî nade ser rêya koçberiyê lê dide ser şopa gerîlayan û ber bi ÇIYA ve hildikişe. Zelo kesekî extiyar e û bi zorê dimeşe. Lê dîsa jî welatê xwe naterikîne û bi taqeta xwe ya dawî ÇIYAyan ji xwe re dike war.

Kameraya ku şopa gerilayan nîşan dide

Li Kurdistana ku hatiye dagirkirin bêbextî û zordestî li dar e. Azadî tine û xelk jî bindest e. Gund û bajar bi destê dewleta dagirker tên vala kirin. Her wiha di dilê xelkê de “tirs”eke dijwar jî ava dikin. Gava dîtin ku Kurd zû bi zû warên xwe naterikînin rabûn gundên wan şewitandin û malên Kurdan bi serê wan de xerakirin. Lêêê…tiştekî jibîrkiribûn. Hêrsa bindestan a ku bi xezebeke mezin har û mezin dibû. Kurd li hember vê zilmê serî rakirin. Bi serhildanan bûn xwedî hiş û bîr. Û li çiyayan gerîlayên wan çêbûn, gerîlayên ku “ax”a xwe li hember dagirkeran diparêzin. Ji lewma girînge ku yek ji filmên destpêkê yê sînemaya Kurdî li rêçên gerîlayan xwedî derkeve û berê kameraya xwe bide wan rêçan. Ji bo sînemayeke bîrbir -ku ji bo xelkên bindest û mêhtî biveneve ye- bibîranîna serhildêrên li ser ax’ekê û nîşandana “ax”ên ji kezebê yên kesên mêhtî pêwîst e. Divê karibe bi van tiştan dakeve sînemaya bîrbir a xelkên bindest. Naxwe ew çi jî di wê çarçoveya kamerayê de bi cih bike bêyî nîşandana heqîqetê dê nebe film ango sînema.

Sînopsîsa filma “Ax” wiha ye

“Ax” çîroka pîrek û kûçikê wî ye ku ji ber nefret gundê xwe yê ku şêniyên wê ji aliyê leşkeran ve koçber bûne, naterikînin. Bêdengiyek mirî, mekanên bi bîranîn û valahiyê barkirî ji jiyana kevin, qelebalix û zindî mane.

Film di sala 1999’an ji hêla Kolektîfa Sînemayê ya NÇM’yê ve hatiye çêkirin. Derhêneriya filmê jî Kazım Oz dike. Ji bo kesên dixwazin li film temaşe bikin lînk li jêr e;

https://www.youtube.com/watch?v=k6wzv9gQbvI&t=703s

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.