‘Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer’ li Goteborgê promiyara xwe kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Çile 2024 - 02:46

Filmê nû yê derhêner Mehmet Alî Konar ê bi navê “Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer” (Dema Pelên Gûzan Zer Dibin) promiyera xwe li Festîvala Filman a Goteborgê, ku ew ê cara 47’an were lidarxistin, pêk tîne.

Mehmet Alî Konar bi filmên xwe yên kirmanckî yên weke “Hewno Bêreng” û “Govenda Alî û Zîn” tê nasîn û filmê wî yê dawî weke sêyem filmê wî yê metrajedirêj e. Filmê “Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer” li Festîvala Filman a Goteborgê ew ê ji bo “Xelata Dragon” ya ku juriya ciwan dide, di pêşbirkê de were nîşandan. 

Di filmê “Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer” de lîstikvanên bi navê Korkmaz Arslan û Muhammed Feyzî Konar cih digirin. Her wiha derhêneriya dîmenên filmî jî Dilşad Canan kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.