Lîstikvaniya ji bo çîrokên welat

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Adar 2024 - 00:57

  • Komîna Fîlman a Rojava xebatên xwe ji bo pêşxistina sînemayê û zêdekirina asta çandê li Rojava didomîne. Nejbîr Xanim a ku lîstikvan e behsa xebatên xwe kir û got ku ji ber çîrokên bajarê xwe tevlî Komîna Film a Rojava bûye.

ZEYNEB ÎSA / NÛJINHA / QAMIŞLO

Piştî şoreşa Rojava ku jin bûn pêşengên şoreşê, di gelek waran de cihê xwe girtin. Weke warê siyasî, leşkerî, hunerî, çandî, ragihandin û di gelek warên din de jin dixebitin. Îro jî li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di warê sînemayê de xebatên xwe dimeşînin. Nejbîr Xanim a 27 salî 4 sal in di Komîna Film a Rojava de, karê sînemayê dike. Di film û rêzefilman de karê lîstikvaniyê kiriye. Nejbîr Xanim behsa kar û xebatên xwe yên lîstikvaniyê kir.  

Di film, rêzefilm û klîban de cih girt

Nejbîr Xanim behsa destpêka tevlibûna xwe ya lîstikvaniyê kir û got ku di çend filman de beşdar bûye û got: “4 sal in ez karê lîstikvaniyê dikim ku destpêkê filmê Berbû ez tevlî bibûm. Filmê Berbû li ser şerê Serêkaniyê bû rola sereke ez dilîstim. Dema şer dest pê kir êrîş û koçberî çêbûn, film jî wateya wê rewşa civakê berî şer û piştî şer nîşan dida. Filmê duyem ê Kobanê bû. Filmê Kobanê jî li ser şerê Kobanê bû di wê de jî rola sereke lîstim, rola şehîd Asmîn ez lîstim. Tevlî rêzefilmê Evîna Kurd jî bûm di wî rêzefilmê de jî rola sereke min girt, ew rêzefilm jî 15 xelek bûn çîroka film bi giştî li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Min di du klîpan de ji cih girt, yek ji wan ‘Qamişlo li ber derî’ û ya din jî klîpa ‘mendel’ bû. Qamişlo li ber derî çîroka wê li ser çanda Qamişloyê bû, ya mendel li ser çanda aliyê Firatê bû.’’

Çîrokên bajarê min bûn

Nejbîr Xanim balê bire ser zehmetiyên destpêkê û tevlibûna wê ya filmên Kurdî û got; “Destpêkê weke ezmûn bû ji min re, min xwest ez karê lîstikvaniyê bikim ji zarokatiyê ve min ji karê lîstikvaniyê hez dikir. Her dem di bala min de bû lîstikvanî çi ye? Çawa ye? Her dem bala min dikişand ji ber wê armanca min ew bû bi rêya lîstikvaniyê, êş û azara welatê xwe vebêjim. Tevlibûna min a van filman ji ber çîrokên bajarê min bûn. Zehmetiyên destpêkê, filmê Berbû cara yekem li pêşiya kamerayê min lîstikvaniyê dikir. Li pêşiya ekîba film min hinek fedî dikir lê bi demê re ew zehmetî kêm bûn.’’

Sînema peyama me digihîne cîhanê

Nejbîr Xanim diyar kir ku piştî şoreşa Rojava jin bûne pêşengên şoreşê û daxwaza zêdebûna karê sînemayê kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Destpêkê xwişka min piştgirî da min ji bo ez di karê lîstikvaniyê de xurt bibim û bi pêş bikevim, Komîna Film a Rojava jî derfet dan min ku ez di çend film û rêzefilman de beşdar bibim. Piştî Şoreşa Rojava jinan di gelek waran de xwe bi pêş xist, di aliyê siyasî, leşkerî, çandî, aborî û ragihandinê de di gelek milan de jin bûn pêşeng lê di qada sînemayê de kêm bûn. Dixwazim jin di qada sînemayê de jî bi pêş bikevin bêhtir beşdarî karê lîstikvaniyê bibin. Karê sînemayê peyama bajarê me digihîjîne cîhanê. Divê sînema li Rojava bi pêş bikeve û film li vê derê bên çêkirin da ku em bi rêya wan filman çîrokên bajarê xwe vebêjin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.