Axa bi bereket ya çandiniyê ya req jî ji bo niştecihbûnê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 11 Kanûn 2023 - 00:25

Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên jiyana Hewramiyan sîstema avahîsaziyê ye ku bala rojhilatnasan kişandiye. Li ser selîqe û taybetmendiya avahîsaziya Hewramiyan bernameya “Ajîn”ê ya kanala Aryen TV’yê gotûbêjek li gel yek ji hosteyên xwedî ezmûn bi navê Hoste Seyid Tofîq Ekberî kir. Hoste Seyid Tofîq Hewramî diyar dike ku “Hewraman ji ber dijwariya erdnîgariya wê bandora siruştê bi xwe li ser hilbijartina cihê niştecihbûna Hewramiyan hebûye. Ji ber ku cihekî dijwar û asê bûye, divê Hewramiyan li ser bingeha fikirînê cihek ji bo niştecihbûnê hilbijarta. Ji ber vê yekê ji hêla avûhewayê ve cihekî mîna zozanan kirine xanî û zinar şûştine û ax ji ser rakirine û dîwar lê kirine. Di heman demê de axa nerm û ji bo çandiniyê guncav weke çavkaniya çandiniyê sûd jê wergirtine. Vê yekê hem siruşta navçeya wan parastiye û hem jî ji hêla aboriyê ve ji bo wan sûda wê çêbûye.” Hoste Seyid Tofîq li ser cureyên kevirên ku di nav dîwarên Hewramiyan de hene got:“Bi navên cuda çend cure kevir di nav dîwarên me de hene ku di lêkirina dîwar de karê her yekî cuda ye. Di nav wan da yê herî girîng kevirên li ser goşeyan in ku ji wan re “berdemûr” tê gotin. Ev kevir hunerîtirîn û girîngtirîn kevir e, ji ber herî kêm pêncî şêst çakûç lê dikevin heta ku tê çêkirin.” Hoste Seyid Tofîq behsa cudahiya avahîsaziya Hewraman a “Jawero” û  “Text û Lihonê” dike û dibêje ku cudahî têkildarî cureya ax û topografyaya herêmê ye. Text û Lihon xwedî yek cure ax û kevir in. Jawero, axa wê kêmtir req e û zinarên wê hene. Lê belê Lihon û Text req e û kanên wê yên keviran gelek in. Li hember vê yekê li Jaweroyê kanên keviran kêm in û ji bo dabînkirina vê yekê sîstema “dîmek”ê bi kar tînin. Dîmek darekî telaştî ye. Darên dîmekê jî herî zêde darên tû û gûzan in. Ji ber ku gelek li ber xwe didin, bi taybetî dara tûyê piştî sed salî ji nav axê derxe û çakûç lê bide, wekî hesin deng jê tê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.