• Charles Brooks: Ji bo ez wêneyên wan bigirim, bi sedan amûrên muzîkê hene û her yek ji wan xwedî serpêhatiyekê ye. Ji ber ku van wêneyên min li dinyayê bal bir ser xwe, ez pirr kêfxweş im.

XASÊ CÛNÊ

Dema cara ewilî mirov çav bi wêneyên Charles Brooks dikeve, mirov dibêje qey wî ev wêneyên xwe di nav cihwarên terikandî, kavil de girtine. Çawa ku mirovab ev cih bi cih hiştibim, wêneyên wî wisa xuya dikin. Lê dema mirov li ser wêneyên wî baş hûr dibe û bi wan tiştên kite bi kite dihise, mirov dibêje qey Charles Brooks ev wêneyên xwe ne ji hundirê avahiyan lê ji hundirê amûrên muzîkê yên klasîk girtine.

Brooks bi van wêneyên xwe avahîsaziya hundirê amûran nîşanî me dide û wî ev wêneyên xwe jî ji bo projeya avahîsaziya muzîkê girtine.

Ev 20 sal in çelloyê dijene

Charles Brooks beriya di karê wênegiriyê de şareza bibe, bi qasî 20 salan li konseran amûra çelloyê dijene. Ji lewma jî ew rojekê hundirê amûra ku dijene meraq dike û dixwaze bi çavekî dîtir li hundirê wê mêze bike. Dema li hundirê amûrê mêze dike, ev fikir pê re çêdibe û dest bi girtina wêneyên hundirê amûrên muzîkê yên klasîk dike. Ev meraqa wî di vî warî de dike ku wêneyên afirîner û serketî bigire. Ji lewma heta niha kes weke wî ango bi vê nihêrînê, berê xwe nedabû amûrên muzîkê. Awirên wî yên afirîner ew di vî warî de kirin wênegirekî çê.

Lens û kamerayên baş bi kar tîne

Charles Brooks li ser vê meseleyê hestên xwe wiha derdibire, “Lê belê, dema paqijkirin û tamîrê me dikarîbû hundirê çello yan jî kemanê bibînin. Tevgerên piyanoyê yên tevlîhev di pişt texteyên bi cîla de veşartî bûn. Ji lewma hundirê van amûran her tim bi min re meraq çêdikir.” 

Charles Brooks ji bo weneyên xwe bigire jî şêwazên cuda bi kar tîne, ji ber ku dema ew wêneyan digire, divê zirar li amûrê nebe. Ji bo zirar li amûran nebe jî ew lensên prob bi kar tîne. Her wiha kamerayên Lumix ên ku wêneyên bi qelîte digirin jî ji destên wî nakevin.

Jixwe, dibêje, dema min ev lens li wênegira xwe xistin, bi awayekî xwezayî min wêneyê hundirê amûrên muzîkê girt û tiştên nû kifş kirin.

‘Weke salona konserê ne’

Karê ku Charles Brooks dike, ne karekî hêsan e. Ji bo hundirê amûrên muzîkê mezin û fereh werin xuyanê, ew fokus û efektên xwe baş bi kar tîne. Jixwe, heta wêneyekî baş digire bi sedan wêneyan diceribîne. Brooks wiha behsa zehmetiya vî karî dike: “Tenê bi girtina dîmenekî ev wêne dernakevin holê, di carekê de sererastkirina fokusê pirr zehmet e. Ji dêvla bi carekê bigirim, ez li pey hev bi sedan weneyan digirim û heta ji min tê fokusa xwe jî li wê gorê rast dikim. Paşê van wêneyên ku digirim, li ser hev bar dikim heya ku wêneyê herî baş û zelal derxim holê. Ev wêneyên min, çawa ku li şikeftekê hatibin girtin, hundirê amûrên muzîkê jî weke salona konserê ne. Ez ji vê dîtina hundirê wan pirr hez dikim.” 

‘Her amûr xwedî serpêhatiyekê ye’

Charles Brooks heta niha wêneyê gelek amûran girtiye û mekanîkên hundirê piyanoyan ew matmayî hiştine. Lê wî herî zêde ji hundirê amûra “Didgeridoo” hez kiriye. Ji ber ku hundirê vê amûrê ji hêla moriyan ve hatiye xeritandin, vê yekê pirr bala wî kişandiye. Yanî ne mirovan ev amûr çêkiriye, ew bi aweyekî xwezayî çêdibe. 

Brooks dibêje, ev projeya wî ya girtina wêneyê hundirê amûran û nîşandana avahîsaziya wan, wê dewam bike. Her wiha ew dibêje, ez van wêneyên xwe ne tenê ji bo mûzîkjen û kesên ji muzîkê hez dikin, digirim. Ew di heman demê de ji bo kesên ku ev amûr çêkirine jî van wêneyan digire û dixwaze hostetî û keda wan ya ji bo van amûran nîşanî xelkê bide.

Brooks ji bo bo ecibandina wêneyên xwe jî dibêje, “Ji bo ez wêneyên wan bigirim, bi sedan amûrên muzîkê hene û her yek ji wan xwedî serpêhatiyekê ye. Ji ber ku van wêneyên min li dinyayê bal bire ser xwe, ez pirr kêfxweş im.”