• Heger em ji xwezayê re rêzê bigirin, ew ê jî ji me re rêzê bigire. Divê em vegerin xwezayê, çikû mirov di nav xwezayê de li xwe vedigere û xwe kifş û nas dike. Ev jî dike ku mirov ji kesên din fêhm bike û ji wan re rêzê bigire.

ARDÎN DÎREN

Sidiq û Piling belgefilma derhênerê Kurd Rêber Dosky ye. Dosky bi vê belgefilma xwe sala 2019’an li IDFA'yê (Festîvala Belgfilman a Navneteweyî a Amsterdamê) xelata belgefilma herî baş wergirt û ev belgefilma wî li gelek festîvalên din jî geriya û xelatên din wergirtin. Dosky, berê jî bi belgefîlma xwe ya “Radio Kobanî” li IDFA'yê xelat girtibû û ew bi vê belgefilma xwe jî tê naskirin. 

Dosky vê carê berê xwe dide xwezaya Kurdistanê û çîrokeke balkêş dibêje ji mirovahiyê re. Di nav xwezaya Kurdistanê de çîroka welatê xwe dibêje ji dinyayê re.

Di serê belgefilmê de em dengê derhêner Reber Dosky dibîhizn. Dosky bi van hevokan filma xwe dide dest pê kirin: “Bêhtir ji 20 salan piştî derketina min a ji Kurdistanê, ez dîsa vegeriyam çiyayê zarokatiya xwe, ji ber ku ji min re pêwîst e ez çîroka Sidiq pêşkeşî we bikim.”

Ev belgefilm rêwîtiya Dosky ya ber bi bibîranîn û welatê wî ve ye. Ew li dû çîrokekê ye, li dû bîranînên xwe ye û bi saya çîroka xwe awirekî vedide ji xwezaya Kurdistanê. Xwezaya bê ser û bin, xwezaya dewlemend a ku tê de gelek cûreyên ajalan hene. Û çîroka Sidiq, yê ku daye dû pilingekî. 

Hebûna pilingî vejîn û hêviyê ji bo me Kurdan

Di nav berf û mijê de, li serê çiyayên Kurdistanê, mirovek tevî dûrbîna xwe diyar e li hin tiştan digere. Ev kes Sidiq e. Ew li dû pilingekî ye. Di nav mij û berfê de dimeşe û em dengê wî dibihîzin, “25 sal e ku ez li vî pilingî digerim. Lê mixabin heta niha min ew nedîtiye. Her roj hizra min ew e ku ez ê sibê wî bîbînim.” Sidiq daye dû pilingekî û bi hesreta ku ew ê rojekê wî pilingî bibîne her roj di nav xwezaya Kurdistanê de derdikeve geşt û gerê. Carinan bi piyan û carinan jî li ser hespê xwe ew tim di nav lêgerînekê de ye. Bi dû şopan ketiye. Ew di wê baweriyê de ye ku piling parçeyek ji dîroka Kurdistanê ye û dixwaze dîmenên wî yên li xwezeya Kurdistanê bi dest bixe. Li gorî wî, hebûna pilingî vejînek e ji bo xwezayê û ew ê hêviyê bide Kurdan. Hebûna pilingî wek paşeroja Kurdistanê dibîne. Ji lewma ew di nav dahl û deviyan de, li bin zinar û latan tim li dû pilingî ye. Dixwaze rojekê ev xewna wî pêk were û li dû xewna xwe diçe.

Bi şev û roj li dû pilingî

Sidiq di nav daristanê de, li gelî û newalan digere. Ew di vê gera xwe de xwezaya Kurdistanê jî bi me dide nasîn û ji me re qala bilindahiya çiyayan û her wiha qala ajalên ku li wir jî dike. Di destê wî de rojnivîskeke piçûk heye û ew ciyên li wan digere yek bi yek dinivîse û agahiyan berhev dike. Li gorî agahiyên Sidiq diyar dike, gelek ajalên kûvî li çiyayên Kurdistanê hene, lê ew dixwaze pilîngî bibîne, armanca wî ya herî mezin ev e. Ji bo ev daxwaza wî pêk were, bi roj kamerayan bi daran ve girê dide û dixwaze dîmenên şevî bigire bê ka piling dikeve ber kamerayê yan na! Ew vî karî pirr bi baldarî dike û ji vê yekê hez dike, çawa ku ew ji çiya û xwezaya Kurdistanê hez dike. Bi hesreta pilingî her roj li qeydên şevê dinihêre, her ku piling nabîne, ew vê carê bi roj ciyên kamerayan diguhere, cî û deverên nû diceribîne. Gera wî ya ji bo vê yekê bi şev û roj dewam dike. Kelecaneke mezin di dilê wî de ye. 

Di vê gera xwe ya di nav xwezayê de ew kî dibîne ji wan re qala pilingî dike. Ji gundiyên derdorê dipirse û bi wan dişêwire û dipirse ka gelo wan piling dîtiye yan na. Dixwaze agahiyekê bigire û hin tiştan hîn bibe. Hin gundî dibêjin, berê bav û kalên wan piling dîtine lê ev demeke dirêj e ku kesî tiştekî bi vî hawî nedîtiye û kes leqayî pilingekî nehatiye.

Ew di dîmenên xwe yên şevê de rastî gelek ajalên kuvî tê, weke pisîka kuvî, gurên boz û hirç, lê piling nakeve ber kameraya wî.

Divê çiyayên me bibin Parka Neteweyî

Hebûna pilingî ji bo Sidiq pirr girîng e, tenê ne ji bo wî, ji bo ax û welatê wî Kurdistanê jî. Sidiq hebûna pilingî ya li Kurdistanê wiha manedar dike, “Hebûna Pilingî tê maneya parastina welatê min. Heger piling di nav sirûşt û jîngeha me de hebe, wî çaxî em dikarin çiyayên xwe wergerînin Parka Neteweyî, heger çiyayên me bibin Parka Neteweyî êdî kes nikare wan topbaran bike û dê her tim parastî bimînin.” 
Sidiq li rojnivîska xwe bibîranîneke bavê xwe jî zêde dike: “Bavê min cerekê li çiya pilingek dîtibû. Pilingekî ciwan û xalek reş. Ew piling hêdî hêdî diçû, wî jî bi dûrbîna xwe berê xwe didayê heya ku ji pêş çavên wî winda dibû diçû. Ji wê rojê ve hêj ti kesî li çiyayên me piling nedîtine. Ev bela û karesatên bi ser çiyayên me de hatine, bûne sedema windabûna pilingan.”

Bibîranîna Meheme Reşo

Sidiq qala dîrok û serpêhatiyên Kurdan jî dike. Kesên ku ew pêrgî wan tê, jê re qala çîrokên xwe dikin. Ev çîrokên wan yên şexsî di heman demê de bîr û dîroka Kurdisatanê bi xwe ne. Çîrokên van kesan, beşek ji wan kerasetan e ku bi serên Kurdan de hatine. Li ciyekî em derhêner Dosky jî dibînin û ew jî tevlî belgefilmê dibe û çîroka kalê xwe dibêje. Em hîn dibin ku kalê wî Meheme Reşo sala 1975’an pêşmerge bûye û di şerê azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye. Sidiq û ew ji bo bibîranîna wî bi awayekî sembolîk mezelekê çêdikin û li serê çiyayê Kurdistanê wî bi bîr tînin. Jixwe, di dawiya belgefilmê de em dibînin ku derhêner ev belgefilm diyarî kalê xwe Meheme Reşo kiriye.

Di vir de em pê derdixin ku derhêner xwedî çîrok e û karakterê xwe belesebep li serê çiyayê Kurdistanê nagerîne. Di hin ciyan de zêde zor daye xwe, çîrok û karakterên zêde li belgefilmê bar kirine. Ev yek hinek bi qisûr disekine li gorî min. Van dîmenan kiriye ku belgefilm dirêjtir bibe û ji xwezaya belgefilmê dûr in. Lê dîsa jî bi qasî ku çîroka Sidiq xera bikin û bibe asteng nînin. Diyar e derhêner xwestiye hin tiştan bisêwirîne û li hev bîne. Vê yekê li hin deveran zimanê belgefilmê lawaz kiriye. 

Çiyayên me ti carî serî neçemandin

Sidiq li ser kevirekî kûr dirame û dîsa berê dilê xwe dide rojnivîska xwe, ew dibêje, dijminên Kurdan tim xwestinê kuç li ser kuç nemîne û gund û bajarên wan şewitandine û gelek kesan berê xwe daye xerîbiyê: “Tenê armanceke dijminê me heye, ew dixwazin çiyayên me wêran bikin. Gelekî wek wan hatin û çûn, lê çiyayên me ji bo ti kesî serê xwe neçemandin û ti carî ew ê neçemînin jî.”

Sidiq her tim çavdêriyan dike, bi xwezayê re bûye yek û gelek wextê xwe li nav xwezayê derbas dike û kesên zirarê didin xwezayê her tim hişyar dike. Ew parêzvanê xwezayê ye. Di hin ciyan de bi nêçîrvanan re şer dike û bi wan de dixeyide. Çekên wan ji destê wan digire û nahêle kes li ser çiyayên Kurdistanê nêçîrvaniyê bike û ajalan bikuje. 

Mirov li xwezayê xwe kifş û nas dike

Kameraya Dosky xwezeyake bêhempa pêşkeşî temaşevanan dike, şêwaza bikaranîna dengî cûda ye û em dengê Sidiq tim ji derve dibihîzin. Wek dengekî ku bi xwe re xeber bide, dengekî di dilê xwe de. Mirov dikare bibêje, belgefilmeke helbestî ye Sidiq û Piling. Ew li ser rojnivîska xwe dinivîse û em dengê dilê wî dibihîzin. Dengê Sidiq, nivîsên Sidiq û xwezaya Kurdistanê bi hev re dibin yek, lêgerîna Sidiq bi dîmensaziyeke xurt hatiye honandin û belgefilm rewan e. Mirov bi dîmenên belgefilmê aciz nabe û heya dawiyê lê temaşe dike. 

Di dawiya belgefilmê de Sidiq li ser zinarekî bilind berê xwe dide asoyên kûr û dûr ên Kurdistanê û wiha dinivîse: “Gelek tişt hene ku mirov ji xwezeyê hîn bibin. Heger em ji xwezayê re rêzê bigirin, ew ê jî ji me re rêzê bigire. Divê em vegerin xwezayê, çikû mirov di nav xwezayê de li xwe vedigere û xwe kifş û nas dike. Ev jî dike ku mirov ji kesên din fêhm bike û ji wan re rêzê bigire.”