Avakirina sîstema tenduristiyê ya Rojava

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 10 Çile 2023 - 02:15

Di rojnameya Elman a navdar Frankfurter Rundschau de li ser sîstema tenduristiyê ya li Rojava tê avakirin, nûçeyeke berfereh heye. Di nûçeyê de îşaret bi kêmbûna xebatkarên tenduristiyê yên perwerdebûyî û dermanan tê kirin û tê gotin, tevî vê jî sîstema nû ji bo xelkê tê avakirin. Rojnamevan Elisabeth Olfermann û Christopher Wimmer balê dibin ser qebûlnekirina fermî ya Rojava û dibêjin, sedema sereke ya ku dike kel û pel, derman û personel kêm bin jî, sedema ambargoya li ser herêmê ye. 

Nûçe wê agahiyê dide ku gelek bijîşk û xebatkarên perwerdebûyî yên xizmeta tenduristiyê ji Sûrî derketine û ji wan 5 hezar û 500 li Elmanyayê bijîşkiyê dikin. 

Ji ber vê hejmara bijîşkan kêm e. Bi ser de dîwarê dewleta Tirk li dora herêmê avakirî tê bibîrxistin. Û ji bo alîkariyên insanî yê tibî jî tê bibîrxistin ku alîkarî hemû di ser Şamê re tên şandin, ji ber vê herêm ji alîkariyê bêpar dimîne. Bi ser de jî di encama şer de binesaziya tenduristiyê ya herêmê ji sedî 55 hatiye xirakirin.  

Lê Heyva Sor a Kurd dîsa jî xebatên avakirina sîstemeke tenduristiyê ya ku xizmetê bide tevahiya civakê dewam dike.

Li Qamişloyê bijîşk Silêman Îsa Ehmed yek ji wan kesan e ku hîna di sala 2011´an de dest bi birêxistinkirina xebatkarên tenduristiyê û bijîşkan kiribû, lewma hingê sîstema tenduristiyê ya dewletê hatibû ber hilweşînê. 

 

Nikarin hin emeliyatên besît jî bikin

Bi ser vê rewşê de hebûna qederê 20 hezar birîndarên şer ên bi seqetî û miqatebûna li wan jî weke barê sîstema tenduristiyê heye. Li qamişloyê Adara 2022´yan Navenda  Protezan a Qamişloyê hatiye vekirin. Rêveberê navendê Ednan Ibn Elî dibêje, “Em nikarin gelek emeliyatan bikin.” Sedem nebûna materyalan e. Ev yekane navend e ku lê mirov dikarin protezan bê pere peyda bikin, lê bêpere derman bibin û piştî dermanbûnî jî pêdiviyên ji bo siheta xwe bêpere lê peyda bikin. Lê kêmbûna derfetên madî dike ku Ednan Ibn Eklî bibêje, “Em nikarin her kesê pêdiviya wan bi miqatebûna daimî heye, derman bikin û demdirêj li wan miqate bin. Tîmekî me yê seyar heye, ew diçe cem mirovan, lê tenê diçe cem wan kesên ku bi rastî jî hewcedar in.”

Heyva Sor a Kurd (HSK) navendê bi rê ve dibe. HSK beşeke gelekî muhim a sîstema tenduristiyê ye, lê ti alîkariya ji dewletê yan jî civaka navneteweyî wernagire. Temamê karên xwe bi bêşa xelkê dike. 

 

Zexta siyasî lazim e

Ji bo birîndarên ku birînên şewatê li ser laşê wan hene û ji bo dermankirina nexweşên pençeşêrê, li kêleka vê navendê HSK niha klînîkekê ava dike. Dr. Michael Wilk ji bo vê klînîkê bêş û alîkarî berhev kiriye li Elmanyayê. Li gorî Wilk, “sîstema tenduristiyê ya li Rojava ya bi giştî bêpere xizmetê dike” ji destketiyên sereke yên Şoreş Rojava ne. Wilk balê dibe ser pirsgirêkên alîkariyê û dibêje, “Naskirineke fermî wê bikin ku mumkin be pere û alîkarî ji Rêveberiya Xweser û HSK´ê re biçin. Bêyî zexteke siyasî ev ê pêk neyê.” 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.