Pirtûka ‘Avakirina jiyana azad’ ku ji aliyê 21 fîlozof û civaknasên Ewrûpî ve li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye nivîsandin, bi zaravayê Soranî hat çapkirin û nasandin.
Pêr êvarê, li navenda Xezelnûs a Silêmaniyê bi merasîmekê pirtûka ‘Avakirina jiyana azad’ hat nasandin. Pirtûka ku fîlozof û civaknasên Ewrûpî tê de behsa fikir û nihêrînên Rêber Abdullah Ocalan dikin, sala 2020’an bi Inglîzî hatibû çapkirin.
Deştî Mehmud kitêb wergerand Soraniyê. Wê di merasîmê de got; “Di pirtûkê de tevayiya nivîskaran matmayîna xwe anîne ziman ku Ocalan dubare dîroka 5 hezar salan a Rojhilata Navîn şirove kiriye û mijarên nû ji nav derxistine.”
Nivîskar û Mamostayê Zanîngehê, Hawjîn Mela Emîn jî pêşgotina çapa Soranî a kitêbê nivîsandiye. Wî got, “Tezên Ocalan beşek ji têkoşîna azadiyê ya ji bo pêkanîna dadperwerî, bihevrejiyana azad a li Kurdistan û deverên din ên cîhanê ne.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ