Înşaeta “Tesîsa Parzînê ya Ava Bermayî ya Biyolojîk a Navendî ya Wanê” ku di sala 2018’an de ji aliyê Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê (VASKÎ) li Taxa Îskeleyê hatibû destpêkirin di sala 2021’an de temam bû. Tesîsa ku bi 180 milyon lîreyan hate çêkirin û hevjîna Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan Emîne Erdogan tevlî vekirina wê bû, bi armanca pêdiviya parzînê ya 50 salan a bajêr pêşwazî bike û Gola Wanê zêdetir qirêjtir nebe hate avakirin. Lê piştî demekê bi ava ji tesîsê diherikî gol qirêj bû. 

Ava kanalîzasyonê berdidin golê

Serokê Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawîrdorê ya Wanê (Van ÇEV-DER) Alî Kalçik da zanîn ku di her saniyeyekê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê û got:“Ev pirsgirêkeke pir cidî ye. Divê ev qirêjiya hawirdorê bê bidawîkirin. Divê ev dîmen û qirêjî nebûya. Wê demê Emîne Erdogan got ‘Em ê xebata kortalê bikin’. Piştî mehekê heriya binî da were paqijkirin û hem jî xebata kortalê da bê kirin. Lê ev xebat nehate kirin.”

Armanca wan rant e

Kalçik, nerazîbûn nîşanî paqijnekirina heriya di binê golê de da û got:“Teknîka cîhanê ew e ku ; keştiyek dikeve nava behrê, tespît dike ku heriya binî li ku ye û li rex jî kelekek dibe. Ew heriya binî ya ji wir digire têxe wê kelekê. Divê ew heriya binî were berterafkirin. Lê mixabin li vir xebata ferasetekê heye. Bi hişmendiya ‘me heriya binî paqijkir’ tînin li ber me dirijînin. Di meha havînê de bêhneke nexweş ku nikarin li vir bisekine heye. Pirsgirêka herî mezin bi armanca rantê ye. Divê em xwedî li nirxên xwe derkevin. Jiyana masiyê Wanê hatiye asta qedandinê. Ev jî nîşanî me dide ku êdî şensê ku organîzmayên zindî li vir bijîn nemaye.”

Li peravan rêyan çêdikin

Kalçik, bal bire ser wê ku ji sedan zêdetir çem diherikin golê û ji ber hişkesaliyê gol hinek zuha bûye û got:“Ji sedî 50 kêmbûye. Bi taybetî em dibînin ku li Wanê asta avê ya bendavên Zernek, Koçkopru, Morgedîk û Sari Mehmet ketiye bin ji sedî 30’î. Tevî ku em di dawiya meha Gulanê de ne û her roj baran dibare rewşeke wiha heye. Ev gefeke cidî ye. Bi taybetî dema em li Çelebîbag a li Erdîşê dinêrin dibînin ku av kîlometreyekê paş ve çûye. Weke ku ev jî te re neke perav hatin dagirtin û rê li ser hatin çêkirin. Gola Wanê û derdora wê li ber çavên me ji holê tên rakirin.”

MA/WAN