Li bajarokê Hacî Omeran ya ser bi navçeya Çoman a devera Balekayetî, ava Kanî Şêxe wek derman tê bikaranîn.
Kaniya Şêxe Balekan dikeve li bajaroka Hacî Omeran. Rojane xelk ji deverên cûda serdana vê kaniyê dikin. Ji bo tedawiyê ava kaniyê vedixwin û ji bo nexweşan dibin. Xelk diyar dike ku ava kaniyê ji bo paqijkirina gurçikan gelek başe.
Ji gurçikan re baş e
Rehman Eshed li ser sûdên ava Kanî Şêxê axivî û got:“Giringiya vê avê wisaye ku ez her çend hefte carek ji rêyek dûr, ji Soran werim ser vê kaniyê. Ji ber ku avek sare û ji bo paqijkirina gurçik û gelek tiştên din jî gelek bi sûde.”
Rehman Eshed diyarkir her dema ew serdana kaniyê dike, gelek bîdonên ava kaniyê jî li gel xwe dibe malê.
Ji derve jî tên serdanê
Kaniya Şêxê Balekan dikeve navenda bajaroka Hacî Omeran û bi dûriya 185 kîlometran dikeve rojhilatê parêzgeha Hewlêrê.
Mihemed Aram yek ji wan kesan e ku li nêzî kaniyê kar dike û dibêje:“Ji ber fêdeyek baş a ava vê kaniyê heye, salane gelek geştiyar ji bajarên Iraq, Herêma Kurdistan û derveyî Iraqê jî serdana vê kaniyê dikin. Kesên serdana kaniyê dikin, ava kaniyê li gel xwe de jî dibin. Ava vê kaniyê ji bo paqijkirina ber û xîza li ser gurçikan gelek başe.”
Xwezaya wê jî gelekî xweş e
Mardîn Ebdullah jî xelkê Zaxoye, diyar kir ev cara duyem e ew serdana kaniyê dike û got:“Ji bilî ku ava vê kaniyê gelek bi fêde ye, di heman demê de xwezaya vê deverê jî gelek xweş e. Ji bo wê ev cara duyem e ez serdana vê derê dikim. Hêvîdarim her kes serdana vir bike.”
ROJNEWS/HECÎ OMERAN