• Vê çarşemê yanî sibe, li navenda huner a alternatîf a li bajarê Ingilîstanê Sunderlandê, Pop Recsê, kesê biçin navendê wê Helebceyê bibînin.

Vê çarşemê yanî sibe, li navenda huner a alternatîf a li bajarê Ingilîstanê Sunderlandê, Pop Recsê, kesê biçin navendê wê Helebceyê bibînin. Bi rasthatina salvegera kîmyabarandina li Helebceyê -16´ê Adara 1988´an - pêşangeha taybet a One Day Changes (Rojek diguhere) li dar dikeve, di heman demê de wê kurtefilmek jî bê nîşandan. Karê nîşandanê Ako Îsmaîl û Shahor Omar (Şahor Emer) dikin.

Ako Îsmaîl û Şahor Emer jî endamên Skimstone Arts in û rojnamevanê wênegir in. Her du jî ji Başûrê Kurdistanê ne û ev demeke dirêje li Bakurrojhilatê Ingilîstanê dimînin. 

Ev fikra “One Day (Rojek)”ê ji bo Roja Bibîranîna Holocaustê ya sala 20022´yan hatibû bipêşxistin, da ku nîşan bide ka rojek, bûyerek çawa jiyana gelan biguherîne û bike ku bi carekê bibin penaber. 

Bêhna Sêvan tê nîşandan

Kurtefilmeke ku Ako û Şahor bi hev re çêkiriye, Bêhna Sêvan jî tê nîşandan. Ev film li ser serpêhatiya bi rastî ya Azad e; Azad beriya bi 34 salan ji êrişê sax filitîbû. Kesên ku ji bombebaranê filitîbûn, behsa wê dikirin ku bêhna sêvan ji gazên kîmyewî yên kujer hatiye. Azad jî îro bi malbata xwe re li Birmingham a Ingilîstanê dimîne. 

Ako Îsmaîl ji bo wêneyên berê li wargeha penaberan girtibûn dibêje, “Gava ku min zarokên penaber li wargehan belge dikirin, min dît ka çawa rojekê jiyana wan ji binî ve guhert.” 

Şahor Emer, wiha gotinên wî temam dike: “Fikreke min hebû min dixwest ji bo aştiyê kar bikim, ne ji bo şerî. Ez dixwazim wêne û filmên min nîşanî mirovan bidin ku şer bi tehlûke ye, xirab e. Mirov dikare hevalan, dostan, malbatê û her tiştî ji dest bide. Tehlûkeyeke ji bo min heye, lê xewneke min a mezin jî heye: Aştî. Ji miletê min re li welatê min aştî lazim e.”

Pêşangeh li Pop Recsê saet 11´an heta 16´an wê 16´ê Adarê li xelkê vekirî be û bêpere ye.

Di êrişa rejîma Bees a li dijî Helebceyê de 16´ê Adara 1988´an bêhtirî 5 hezar mirovan bi carekê li Helebceyê şehîd bûnûn û qederê 10 hezar mirovan jî birîndar bûbûn. Xelkê bajê ê sax filitî jî bi temamî bûbû penaber.

LONDON