PÎRDOGAN KEMAL/BEHDÎNAN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 25’ê Kanûna sala 2022’yan de ragihand ku hêzên dagirker ji hin qadên berxwedanê vekişiyane. Li gorî vê daxuyaniyê, “Artêşa Tirk 5’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Sacayê, piştî çalakiya cezakirina serbaz û hin payebilindan, ji serê çiyayê Kurojahro yê Zapê, ji gundê Saca yê Şêladizê yê Amediyeyê, ji derdorê, ji Girê Şehîd Sîpan û Dola Şehîd Kuncî û quntarên wê vekişiyaye. Artêşa Tirk, her wiha ji eniyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hemûyan jî vekişiyaye; li wir bi fermana Hûlûsî Akar artêşa Tirk leşkerên xwe şewitandibûn. Artêşa Tirk, 11 û 12’ê Kanûnê ji girên Şehîd Kendal, Şehîd Şîlan, Şehîd Çekdar, Şehîd Bextiyar, Şehîd Savûşka û Şehîd Leşker ên Girê Cûdî, ji gerîla gelek derb xwarin û vekişiyaye. Artêşa Tirk ku xwest Girê Cûdî dagir bike û bi awayekî mayînde lê bi cih bibe û ji bo wê helîkopter û gelek alav anîn, ji bo nekevin destên gerîla, gelek alavên xwe şewitandin, ji kendalan de avêtin û bi panîk reviyan û gelek alavên xwe li pey xwe hiştin. Halê hazir, artêşa Tirk ji gundê Saca û derdorê wê ku li rojhilatê Zapê ye, li rojavayê Zapê jî ji qadên ji derveyî Girê FM û Girê Hakkariyê, vekişiyaye.”
Vekişîna ji van qadan, bêguman encama pêkanîna gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi awayekî bi bandor û encamgir e. Sê sedemên vê encamê hene. Sedema yekemîn, asta têkoşînê ye. Tîmên bi tevger ên gerîla ku bi jîrbûna xwe ya di lêdana bi bandor de, serwerbûna xwe ya li ser erazî, bûne xewnereşka artêşa dagirker. Ji ber ku gerîla li dijî êrişên hewayî tevdîrên xwe girtin û tişt bi wan nebû, dîtin ku serdestiya teknîkî ne tiştekî wisa ye ku bi awayê ev difikirin. Bi awayê serdema nû ya gerîla, ev encam derketin holê. Bi awayê tîmên gerîla yên bi tevger ku awayê şer ê bi bandor ê serdema nû ye, têkoşîna gerîla bi şerê tûnelan bê navber tevî şertên dijwar ên zivistanê vê rastiyê bi awayekî eşkere derdixin holê.
Înîsiyatîf a gerîla ye
Bi van her du awayên nû re behremendiya gerîla her çar demsalan bê navber kir ku awayê şerê taktîkî yê artêşa Tirk a dagirker bi piranî pûç bibe. Lê çawa hat pûçkirin? Taktîka stratejîk a bingehîn a artêşa Tirk a bi salan, ‘bikeve nava şer, vekişe, bi teknikê îmha bike’ bû. Bi vê taktîkê bi temamî bi çekên xwe yên nûjen û binesaziya xwe ya bi teknîka bipêşveçûyî bawer bû. Ango artêşeke mekanîze derket holê. Artêşek e ku bêyî êrişa hewayî nikare gavê biavêje. Li dijî taktîkên şer ên artêşa Tirk, hêzên Gerîla dest bi bipêşvebirina rêbazan kir ku bi dijpêngavekê, van stratejiyan pûç bike. Bi şerê Zapê re gerîlayên azadiya Kurdistanê, ev taktîka stratejîk a bingehîn a artêşa Tirk bi temamî pûç kir. Hêzên gerîla, heta artêşa Tirk bikeve menzîla wan, bêyî ku çeperên xwe yên esasî deşîfre bikin, araziyê pirr baş kontrol dikin.
Xwestin eşîrên herêmê jî bikar bînin
Xala herî giring jî ew bû ji ber destwerdanên sîstematîk ku li hêzên hewayî hatin kirin, helîkopteran newêrî bikevin qadan. Di vî şerê 8 meh û nîvan de bi îmhakirina 11 helîkopteran û derbkirina nêzîkê 100 helîkopteran, encamên destwerdanên bi vî awayî, bi awayekî eşkere derdikevin holê.
Sedema duyemîn ew bû ev li gorî lûtkeyên bilind, mirov dikare bi awayekî hêsantir xwe bigihîne wan ango cihên bi rîsk bûn ku dibû her gav derb li wan bikeve. Ev deverên ku em jê re dibêjin rojhilat û rojavayê Zapê, du qad in ku li her du aliyên ava Zê ne. Rêzeçiyayên çiyayê Kurojahro ku li Rojhilatê ava Zê ango li herêma Zapê ye, ji serê Şêladizê ta bi navçeya Amediyê ye. Niha, artêşa dagirker li ser wê xetê ye ku bajarên Başûrê Kurdistanê ji hev dibin. Têkoşîna gerîla li wir jî bê navber berdewam e. Gundê Saca jî li bin xeta tepê Karker nîv saet dûrî qada Çemço ye û cihek e ku rêyên çûnehatê tê re derbas dibin. Heger were bîra me, ji bo dagirkirina van qadan, xwestin ku gelê herêmê bi kar bînin. Bi vê armancê MÎT û Parastinê bi eşîrên herêmê re hin hevdîtin kirin da ku bi gerîla re şer bikin, soz dan, heger ev qad bên standin, wê di vê xetê de di ser Rênçbiraxa re di xeta Geliyê Balinda re derbas bibin û bi awayê ku bi herêmê re pêwendî bê danîn, ew ê deriyekî bazirganiyê çêkin û endamên eşîrê hem di çêkirin û ewlehiya vê rêyê de hem jî di xebitandina wê de bibin xwedî par. Eşîrên herêmê ev qebûl nekirin. Vê carê ji bo provokasyonê hêzên PDK’ê li wir xistin dewrê. Gelê herêmê nerazîbûn nîşan da û gerîla bi hestyarî tevgeriya, ev hewildan ji bi avê de çûn. Îsal bi bikaranîna bombeyên kîmyewî û qedexekirî, bi tevgereke dagirkeriyê xwestin bi dest bixin.
Destpêkê qada Saca ya ku herî dawî 11 gerîlayan hetanî hênaseya xwe ya dawî li ber xwe da û di êrişa kîmyevî de şehîd bûn jî di nav de, li wan qadan bi hezaran sûcên şer kirin. Lê nekarîn dagirkeriyê mayînde bikin. Dîsa qada berxwedanê ya Girê Cûdî hema li ser ava Zê berz dibe û di jor de bi geliyekî ve bi Qada FM a berxwedanê tê girêdan. Dîsa li çepê wê silsîleya çiyayê Hekarî heye û jêra wê jî girê Amediyê ye. Qad di pozîsyoneke hev du parastinê de ne. Heger tîmên bi tevger jî bikevin nava tevgerê, wê demê ji bo artêşa Tirk, ev dever vediguherin qadên dojehê.
Artêşê cenazeyên xwe jî şewitandin
Artêşa Tirk li van qadan derbên ku ne li bendê bû xwarin. Bes ji bo ku nekeve destê gerîla termê leşkerên xwe jî bizanebûn şewitandin. Bi bombeyan parçe kirin. Di van qadan de bi qasî şerekî di navbera dewletan de, kuştî û birîndarên wan çêbûn.
Sedema sêyemîn jî ew bû ku artêşa Tirk a dagirker hatibû astekê ku êdî ne dikarî li ser hêzên xwe kontrolê çêke. Ji ber ku hêzên xwe li qadeke pirr berfireh belav kiribû. Qadên ku hêzên xwe belavkirî jî ew qad bûn ku gerîla bi salan amedarî dikirin. Artêşa Tirk her çiqas alavên xwe yên giran ên leşkerî anîbin jî, ji ber li van qadan windahiyên pir mezin dan, hewl da hêzên xwe piçûk bike. Yek ji sedema vekişînê jî ev e. Ji ber ku xwe belavî qadeke pirr mezin kiribû. Di rewşa heyî de nedikarî hêzên xwe koordîne bike û ne jî dikarî leşkerên xwe li hember gerîla biparêze. Ji ber ku artêşa wan a ku ne dikarîn ne li ser rûye erd û ne jî di asîmanan de bi cih bikin, dikarî pirr hêsan dest ji wan berde. Xwedî li cenazeyên wan jî dernakeve. Serdanên zêde yên Hûlûsî Akar bi xwe jî nekarî motîvasyonê bidest bixe. Nakokiyên ku di navbera leşker û qedameya fermandaran de kûr dibûn. Ango artêşê şikest xwar. Vê rewşê ji bo wan bandoreke pirr mezin çêkir.
Divê barê gerîla sivik bikin
Helbet di encamê de ji van qadan vekişandina hêzên artêşa dagirker nayê wateya ku êrîşên xwe yên li ser van qadan temamî daye sekinandin an jî hêzên xwe temamî vekişandiye. Ji ber xwe ji hemû sînorên qadê ne vekişandiye, tekoşîn di vê qonaxê şûnve bi awayekî pir dijwar didome. Di rewşa heyî de artêşa dagirker li Avaşîn, Xakurk û qadên wekî Heftanînê de jî heye û dibêje ku me ev qad bi temamî bi dest xistine, lê hêzên gerîla di naverasta Avaşînê de çalakî li dar dixin. Bi kurtasî xisusa ku pêwîst e em bizanîn ev e. Ne ku artêşek deh artêş jî bên nikarin van qadan zeft bikin. Dîrok şahidê vê ye. Li hemberî wê arteşa gerîla ya fedaî hebe ne pêkan e ku hûn di van qadan de bikarin nefes bistînin. Divê bê zanîn ku niha di navbera artêşa Tirk a dagirker û bajarên Başûrê Kurdistanê de tenê xeta berxwedana gerîla heye. Artêşa dagirker a li vê berxwedanê qelibî ûı xwîn jê diçe. Ji bo ku ev kûr bibe pêwîst e ku hemû hêzên Kurdistanî di çarçoveya berxwedanê de rol bigirin û barê li ser milê gerîla sivik bikin. Encamên ku hetanî niha derketin holê tenê beşek wan e. Yên ku rûdan temînata tiştên ku îro şûnve rû didin.
BEHDÎNAN