Navenda Ziman, Çand û Huner a Arsîsa ya Wanê li gel ku nû vebûye jî bi dilgermî tê pêşwazîkirin. Li Arsîsa ji bilî zarokan wê mezin jî werin perwerdekirin.
Mehmet Batu ku li Navenda Ziman, Çand û Huner ya Arsîsa xebatan bi rê ve dibe nêzîkatiya qeyûman a li Kurdî, rakirina tabêlayan, navê kuçe, kolan û parkan ên bi Kurdî bi bîr xist û got, ''Ev ne di fermiyetê de jî be, mînakên fiîlî yên qedexekirina Kurdî ne. Gava mesele Kurd û Kurdî be, hiqûq namîne.’’
Batu diyar kir ku li Erdîşê û li navenda Wanê, li Navenda Ziman, Çand û Huner a Arsîsayê dersên Kurdî didin.
Batu girîngiya xebatên li Arsîsa destnîşan kir û got, ''Li dijî asîmîlasyona sîstematîk ji bo kesên dixwazin hînî Kurdî bibin, Arsîsa alternatîfeke girîng e.''
ANF/WAN