• Ev çar roj in ku bi dehan kes serdana pêşangeha pirtûkan û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan a li Şêxmeqsûda Helebê dikin.

Ev çar roj in ku bi dehan kes serdana pêşangeha pirtûkan û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dikin. Kongereya Starê pêşengeh li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê organîze kiriye.
Ji rêveberên Kongreya Starê Nehle Mistefa qala armanca pêşengehê kir û got: “Armanca me ew e, em fikrên Rêber Apo bigihînin gelan hemûyan.” Nehlê ji mêvanan xwest bêhtir felsefeya Rêber Apo nas bikin û di nava civakê de belav bikin.
Nehleyê diyar kir ku ew weke jinên li taxa Şêxmeqsûdê li ser erk û wezîfe dibînin, fikrên Rêber Apo li nava civakê belav bikin û got: "Felsefeya Rêber Apo rêya rast ji bo gihaştina azadiyê ye, divê gel hemû li gorî wê were perwerdekirin û birêxistinkirin."
Nehle da zanîn ku wan 250 pirtûkên rêber Ocalan li mêvanan belav kirine. Ji pêşangehê encamên erênî bi dest xistine û wê pêşengehê heta bi deh rojên din jî dewam bikin.
Kongreya Starê 28`ê Cotmehê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêşangeha pirtûk û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan vekiribû.

HELEB