• Dîmenên belgefilmê di nava 15 salan de li Şîlî û Swêdê hatine girtin û behsa xerabiyên şirketa madenê “Boliden” a Swêdî dike. Vê şirketê madeyên bi jehrî şandine navçeya “Arica” ya Şîliyê û bi salan ev made li navçeyê belav bûne. 

XASÊ CÛNÊ

Belgefilma bi navê “Arica” sala 2020’an hat çêkirin. Derhênerên filmê Lars Edman û William Johansson in. Dîmenên belgefilmê jî di nava 15 salan de li Şîlî û Swêdê hatine girtin û behsa xerabiyên şirketa madenê “Boliden” a Swêdî dike. Vê şirketê madeyên bi jehrî şandin navçeya “Arica” ya Şîliyê û bi salan ev made li navçeyê belav bûne. Belgefilm behsa dozekê dike ya ku dawiya wê ji serî de diyar e. Dema mirov li belgefilmê temaşe dike, mirov dibîne ku dewletên serdest bi her awayî xwe mafdar derdixin û sûcên xwe qebûl nakin. Bi riya şirketêkê mirov dibe şahidê hiqûq û qanûnên dewletekê jî. Her wiha, mirov dibîne ku hêzên serdest, hin welatan di warê ekolojîk û xwezayî de jî dagir dikin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ji lewre, belgefilma “Arica” behsa rêwîtiyeke dûr û dirêj ango berxwedana 15 salan dike û dibe dengê niştecihên Aricayê.

12 hezar kes mirin

Şirketa Boliden a Swedê, sala 1984’an ji bo ew bi kar bîne 20 hezar ton madeyên avêtî, dişîne Aricayê. Di nav van madeyên avêtî de arsenîk, cîwa û hin madeyên din jî hebûn ku bi jehr bûn. Ev şirket ji bo karibe van madeyan bi kar bîne û dîsa paş ve vegerîne, bi milyonan dolar pere dide şirketeke Şîliyê, lê ev şirketa Şîliyê nikare vî karî bike. Bi demê re ev madeyên jehrî, li navçeya Arica belav bûn û jiyana insanên li wir xistin tehlûkeyê. Gelek insan ji ber van madeyên avêtî yên jehrî nexweş ketin, siheta wan xira bû. Ji ber van nexweşiyan jî gelek mirov mirin. Her wiha nexweşiyên weke kanser, anemî, alerjî û zehmetiya di bêhndanûstandinê de jî derketin holê, û niha jî ev nexweşî dewam dikin. Hin zarokên nû çêbûn jî seqet çêbûn û zû mirin. Tê gotin, heta niha 12 hezar kes ji ber van madeyên jehrî mirine. 

‘Behsa berxwedana 15 salan dike’

Fikra çêkirina belgefilma “Arica” sala 2004’an peyda dibe. Lars Edman û William Johansson dixwazin mastira xwe li ser belgefilman çêkin û ji bo vê yekê diçin Şîliyê. Ew dixwazin li ser projeya xwe ya mastirê bixebitin, lê paşê pê dihesin ku li Aricayê tiştekî wiha qewimiye û ev meseleya madeyên bi jehr, hîna jî dewam dike. Her du derhêner biryarê didin ku li ser vê meseleyê bisekinin û derbarê vê rewşa xeternak de belgefilmekê çêkin. Destpêkê ew sala 2009’an belgefilmeke bi navê “Toxic Playground” çêdikin û ev belgefilma wan rojevekê çêdike û ev mijar li parlamena Swêdê jî tê nîqaşkirin. 

Lê dewama nîqaşan nayê û ev mesele tê jibîrkirin ta ku parêzerekî Emerîkî li wan digere û rê li ber wan dixe. Derhêner wiha behsa pêvajoya filma “Arica” dikin: “Rojekê, parêzerekî Emerîkî telefonî me kir. Ji me re got, min li belgefilma we temaşe kiriye û ez dizanim hûn ê çawa vê şirketê bidin dadgehê û dozê lê vekin. Me dîsa pêvajo şopand û dest bi belgefilma nû kir. Arica, behsa berxwedana 15 salan a ji bo dadweriyê dike.” Ev doz ji sala 2004’an ve dest pê dike, heta 2019’an dewam dike. Her du derhêneran 15 salan ev doz şopandiye û hûrgiliyên baş qefaltine.

 Doz mexdûran dîsa mexdûr dike

Di sala 2013’an de li hemberî şirketê nerazîbûn zêde dibin û ji bo şirket were mehkûmkirin, 800 kes miracaetî dadgehê didin da ku doz li şirketê were vekirin. Esas, belgefilm behsa vê dozê dike û vê dozê dişopîne. Doz li Swêdê dest pê dike û demeke dirêj ev berxwedana 800 kesî dewam dike; lê herî dawî niştecihên Arica û aktivîstên mafên mirovan di dozê de bi bin dikevin. Dewleta Swedê û her wiha dadgehên wê, şirketa Boliden weke aliyê heq dibînin û tazmînatên ku tên xwestin jî nadin mexdûran. 

Derhênerê belgefilmê Lars Edman jî bi eslê xwe ji Şîlî ye û li wir hatiye dinê, lê malbat koçî Swedê dike û ew li Boliden mezin dibe. Boliden di heman demê de navê cihekî ye li Swedê. Derhênerê filmê jî di belgefilmê de weke karekterekî sereke li hemberî temaşevanan disekine û dixwaze berxwedana niştecihên Aricayê nîşanî dinyayê bide. Hin karekterên belgefilma “Toxic Playground” ku niha mezin bûne jî di belgefilma “Arica” de derdikevin hemberî me.  

Ev doz her çiqasî bi ser neketibe jî berxwedana xelkê Aricayê hîna jî dewam dike û bi saya vê belgefilmê hişyariyeke mezin çêdibe.