- Weşanxaneya Aramê ku di sala 2024’an de xweş hildiberîne, di van çend rojên dawî de dîsa gelek pirtûkên bi Tirkî û Kurmancî çap kirin. Di nav van pirtûkan de ku nû hatine çapkirin 6 pirtûkên ku bi Kurmancî hatine nivîsandin jî hene.
Ji van pirtûkan pirtûka bi navê “Jana Dil” ya Hesen Beyret weke bîranîn hatiye nivîsandin. Nivîskar Hogir Berbir ku beriya niha jî çend roman nivîsandibûn vê carê bi romana “Xendeka Biloka” derdikeve pêşberî xwendevanên xwe. Mahmut Aba jî bi navê “Dildarê Serkeftinê” romenekê nivîsandiye. Li hêla din Yusuf Karataş bi bi pirtûka “Berfderya” bi çîrokan daketiye û gelek çîrok nivîsandine. Huseyîn Ozsoy jî bi romana xwe ya bi navê “Xêr û Şerên Ji Dûrî Çavan” navê xwe li warê wêjeya Kurdî nivîsandiye. Her wiha Resul Baltaci û Fikret Karakoç jî bi mîzahê daketine pirtûka bi navê “Mistek Ronahî-Dilopek Ji Bîranînên Hevaltiyê” hazir kirine.
Ji bo em ji naveroka van pirtûkan têbigihîjin me di derbarê pirtûkan de danasînên kurt hazir kirin. Va ye naverok û mijara van pirtûkên Kurmancî ku hîna nû ji çapê derketine û belav bûne.
Jana Dil/Hesen Beyret
“Dema min ev name vekir û rêzên ewilî xwandin, pêşyê dilê min, paşê destên min recifîn. Ji serî heya piyan janekê ez girtim. Qirika min tijî bû, kelegirî bûm. Dawîyê jî giriyam. Ji çavên min hêsrên xembar bariyan. Ketime nava xem û şîna te.
Wê gavê tu li ber çavên min bûyî. Min li lawê xwe dinihêrî. Min tu hembêz dikirî, çavê te maçî dikir. Tu zarok bûyî li ber dilê min. Xeyalî jî be, min destê delalê xwe digirt û li sûka Nisêbînê digerand. Diya te jî bi me re bû. Em bi hev re diçûne serê Ava Spî. Dibû êvar, em vedigerine malê. Wê demê hevalan banî çayê kir û ez ji xeyala xwe şiyar bûm. Nameya Welat di destê min de bû.
Ev name va ye, li hember min. Nameyeke bargiran e. Qala cangoriyekî ciwan dike. Darbesta te li ser milên hevokên wê ye. Hêdî hêdî ber bi dilê min vê dimeşe.
Ka ez vê nameyê ji te re jî bixwînim lawê min. Ku dawiya çîroka te baş bê fêmkirin.”
Xendeka Biloka/Hogir Berbir
Û ji we berê kê kete Mêrdîna şewitî, pêşî li pozê wê binerin, pê re berê xwe bidin çiyayê Maziya porxelek, Bagoka dest hinekirî û paşê Biloka xopan, çav li devî û newalên wê biqûrifînin, heger we çalek û tê de giyanên pêxwas, hestiyên helandî, mejiyên bêbir, sûretên napkirî, zimanên bêhnok, guhên bêqul, çavên rijiyayî, pozên pelixandî, diranên zingarî, pêçiyên porgirtî, piyên çelexwarî, nenûkên ji dasî hatine birîn… û bêhnek, bêhna fikrên gurandî dît, bizanibin ku Kazim Xoce û heft rêhevalên xwe di wir de ne…û hûnê pêre gora Şêx Seîd û Seyîd Riza jî bibînin, heger we nedît, ji nûha pê de ne gengaze ku kesek vê gora komî bibîne û wê neyê dîtin jî.
Û qet nebe çavên xwe têxin giroverên çavên Xakê û li rûwê wan cangoriyan binihêrin…
Dildarê Serkeftinê/Mahmut Aba
“Çiyayê Çiravê rojeke din a sar li dû xwe hiştibû; hêdî hêdî radestî hembêza şeveke nediyar bûbû. Şev tarî, şev sar û ne xalî bû. Ji zilmatê mirov nedikarî pêş xwe bibîne…
“… meşa herî xweş a berbanga sibê bû. Di meşa berbangê de weke ku mirov li ser xeta asoya şev û rojê sekinîbe, gav bi gav şahidî ji guherîn û veguherîna xwezayê re tê kirin. Hilatina roja spîçolkî, xatirxwestina stêrkên renglîlik, livîna bayê maşelan, senfoniya teyr û tilûrên xweşawaz û xuşexuşa ku xwe li newal û berpalên asê digirt, tev di bin sîbera hilmên germ û gavên şidayî de mizgîniya destpêkirina rojeke nû didane mirov. Dihate dîtin ku xweza bi hemû hunera xwe ve di nav jîndariyeke bê tebit de ye. Di hembêza xwe de jiyaneke nû dimeyîne û teşiya welidandinê bi bayê berbangê re tim û tim dizivirîne. Vê herikbariya bêsekan wek pêlên deryayê xwe li qeraxên çavê mirov dixist. Seqaya wê kêliyê îlhameke mezin diafirand. Mirov zêdeyî xwe zindî hîs dikir, ruhsivik û bi lebat dibû…
Berfderya/Yusuf Karataş
Li Kurdistanê di çil salên dawîn de ji ber têkoşîna gelê Kurd a azadiyê di her warî de cudabûnên mezin hatin jiyandin. Geh ji ber zext û zordariya dewletê bixwe geh jî ji ber pêkutiyên aliyên ku hevkariyê bi dewletê re dikin civakê zirareke mezin dît. Ji aliyekî ve bîrbû – na azadî û netewbûnê pêş ket ji aliyekî ve jî bûyerên bêtarîf rû dan. ‘Berfederya’ bi çîrok û bûyerên qewimîne şahidiyê ji vê demê re dike. Têkoşînê civak çawa şiyar kir? Bi çi zehmetî têkoşîn hate meşandin? Endamên di nav têkoşînê de cih girtin rastî çi hatin? Berfederya dixwaze bibe bersiva van pirsan. Geh di ‘Meşa Îmraliyê’ de dema hîn dibin ku dayîka Dilşa nemiriye mirov behneke hênik dikşîne, geh jî di ‘Berfederya’ de, di encama xiyanetê de bi şehadeta heval Çiya hêrs dibe.
Berfederya dilopek ji behra jiyana me ye.
Nivîskar bûyerên di dem û cihên cuda de pêk hatine bi zimanê çîrokî radigihîne xwendevanan.
Xêr û Şerên Dûrî Çavan/Huseyîn Ozsoy
“… Divê başî û girîngiya mirovan bê zanîn. Di têkîliyên zindanê de xalên esas jî bên guhdarkirin. Rêzgirtin, vekirîbûn derdiketin pêş. Yanî wan sê xalan yek ji kêm be jiyan û têkilî jî kem û nîvço diman. Wiha nebe mirov tenêtiyê dijî. Divê carnan mirov xwe guhdar bike û di nava xwe de bipênije, pîvanan pêş bixe lê divê vê yekê dirêj neke. Tenêtiyên demdirêj mirovan ji derdoran îzole dike û di cihên wiha biçûk de ji pir bala mirovan dikişine. Eynî mîna qada şer di zindan de jî her tişt vekirî tê jiyîn. Yanî mirov nikare xwe veşêre. Bi sekin, axaftin, awir, hewldan her tişt zext e. Tu nikarî xwe veşêrî û xwe bidî veşartin. Elbet ji bo tenêtiyê ji hinek taqtîk hene. Ew taqtîkan jî hincetên pirtûk xwendin, xwe nexweş danîn, ji sohbetan revîn, ji xwe re wext veqetandin û hwd. Gelek nexweşiyên piralî di zindanê de hene. Mirov timî di nava xewn û xeyalan dene, lê xewn û xeyal jî carna reşbîniyên hundirîn bi xwe re tîne…”
Mistek Ronahî-Dilopek Ji Bîranînên Hevaltiyê Resul Baltaci Fikret Karakoç
… Zerdeşt diçe nobedariyê. Di navberê de du sê saet dibore lê Zerdeşt venagere.
Hevalên wî meraq dikin û diçin cihê nobedariyê li wî digerin. Dibînin ku di nava xwînê de li erdê dirêj bûye.
Heval bi dilşewatî bi ser de diçin û li rewşa wî dipirsin:
-Ev çi hale, çi hatiye serê te?
Dibe nalîna Zerdeşt:
-Min li ber darê reşiyek dît. Min got qey dîsa heval Kendal hatiye min bitirsîne û henekan bike. Dema min destê xwe li serê wî xist, bû borebora wî û hate ser min. Mixabin min got belkî heval Kendal dengê xwe guheriye. Dema çavê me bi hev ket, min xwest birevim lê hirça zalim pir li min xist û min ji zinar avêt. Ez ji we re dibêjim, hirç zalim e pê re henek nabe. Yê ku pê re henek bike wê bikeve rewşa min.
NAVENDA NÛÇEYAN