Pirtûka "Antolojiya Dengbêjên Botanê" ya nivîskar Bahadîn Robar ji Weşanên Arê der çû. Robar, di vê pirtûka xwe de çîroka 10 jê jin 63 dengbêjan bi xwendevanan re parve kiriye. Robar, anî ziman, armanca wî ew bû ku tevkariya dengbêjên Botanê ya ji bo ziman û wêjeya kurdî xuyatir bike.
Cih dide 63 dengbêjan
Robar got, gava dest bi xebatên vê pirtûkê kiriye, li herêmê tenê 10 dengbêj nas dikirin, lê belê gava daxilî nav bûye, gelek navên nû û dengên nû bihîstiye. Robar, diyar kir ku derbarê 80 kesî de agahî berhev kirine, lê belê di berhema xwe de cih daye 63 kesan: "Me hevdîtin bi malbata dengbêjên wekî Seîd Axayê Cizîrî re kir û me çîrokên wan berhev kirin."
Çavkanî Feqe Xalidê Sehdo ye
Robar, bal bire ser dengbêj Feqe Xalidê Sehdo û got, "Çavkaniya kilamên Mihemed Arifê Cizawî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan û wekî din ên di radyoya Bexdayê de kilam gotine, Feqe Xalidê Sehdo ye. Kilama Eyşana Elî ku me ji Cizrawî guhdarî kiriye, kilama Feqe Xalidê Sehdo ye."
Dengbêjiya dayikan
Robar, got, pirraniya dengbêjên, ew bi wan re peyiviye, ji dêya xwe hînî dengbêjiyê bûne: "Ev jî nîşan dide ku, dayik dengbêjiyê digihînin nifşên nû. Min çîroka 10 dengbêjên jin nivîsandin. Pirraniya wan an ne sax in yan jî koçî metrepolan kirine. Lê li ser jiyana Meryem Xan, Ne'ma Xelîl, Xezala Eliyê Mijinî hûr bûm."
Robar, anî ziman ku hîmê çand û hunerê kurdî dengbêjî ye: "Saziyên Kurdî, partiyên siyasî, şaredarî divê ji bo berdewamiya vê çandê tevbigerin."
MA/ŞIRNEX