DÎNDAR KARATAŞ
MA/AGIRÎ
Şaredariya Panosê, derî bi derî digere û dengê çîrokbêj û dengbêjan qeyd dike. Şaredarî, agahiyên ku kom dike wê bi koordînatoriya nivîskar Ayhan Erkmen veguherîne antolojiyê.
Şaredariya navçeya Panosê ya ser bi Agiriyê ku ji aliyê HDP’ê ve tê birêvebirin, wê antolojiya çîrok û dengbêjan amade bike. Di çarçoveya xebatê de ku bi koordînatoriya nivîskar û çîrokbêj Ayhan Erkmen hatiye destpêkirin, gund bi gund dengê çîrokbêj û dengbêjan bê qeydkirin. Di çarçoveya vê xebatê de çîrokên kilamên dengbêjan jî wê bên qeydkirin. Piştî xebata bi qasî 6 mehan, pirtûka “Antolojiya Çîrok û Dengbêjan” wê weke 2 berg bê amadekirin.
Antolojiya parastina dengbêjiyê
Hevşaredarê Panosê Emrah Kiliç û nivîskar Ayhan Erkmen proje dan nasîn. Hevşaredar Kiliç, diyar kir ku li Panos û bi giştî li herêma wan dîrokeke dewlemend a dengbêj û çîrokan heye û wiha peyivî: “Ji bo ku ev dewlemendî neyê windakirin, me dest bi xebatên antolojiyê kir. Ji bo ku dengbêj karibin hunerê xwe biafirînin me ji wan re navendek vekiriye. Li gel vê ji bo ku ev dewlemendî û ked winda nebe me biryar da ku xebateke anotolojiyê bidin destpêkirin.”
Nivîskar Ayhan Erkmen jî got, “Ji bo xebata antolojiyê em ê bi mehan bixebitin. Hem navçe hem jî herêm di hêla dengbêjî û çîrokên Kurdî de gelek dewlemend e. Ne tenê li Mala Dengbêjan, em ê mal bi mal, derî bi derî bigerin û xebata xwe bikin. Ji ber xebata ku tê kirin gel jî gelek kêfxweş e. Çîrokên ku bên komkirin, em ê weke 2 cîld biweşînin.”
Xebateke 6 mehan
Erkmen, da zanîn ku destpêkê lîsteya mirovên ku piştî Evdalê Zeynikê jiyane û li pey xwe berhem hiştine, wan derxistine û têkildarî mijarê ev agahî dan: “Piştî vê amadekariyê, em gund bi gund, mal bi mal geriyan û ketin pey şopa çîrokên dengbêj û çîrokbêjan. Kesên em bi wan re hevdîtinê dikin, em deng û dîmenên wan qeyd dikin. Tenê karê vê qeydkirinê wê bi qasî 4 mehan bidome. Belê em van qeydan derbasî nivîsê dikin. Armanca me ew e ku em di 6 mehan de xebatan bi dawî bikin û derbasî çapkirinê bibin.”