Akedemiya Filman a Ewrûpayê ku her sal filmên serketî yên Ewrûpayê dineqîne û wan filman xelat dike, filmên serketî yên sala 2023’yan jî neqandin. Îsal bû cara 36’an ku ev xelat tên dayîn.
Filmê bi navê “Anatomy of Fall” ê derhêner Justine Triet xelata “Filmê Herî Serketî yê Ewrûpayê” wergirt. Her wiha film di warê senaryoyê û lîstikvana herî serketî (Sundra Huller) de jî xelat wergirtin. Justine Triet xelata xwe li merasîma 9’ê Kanûnê ya li Berlînê wergirt. Filmê “Anatomy of Fall” îsal li Festîvala Cannesê jî weke filmê herî baş hatibû xelatkirin û “Palmiyeya Zêrîn” jî wergirtibû.
Filmê “Anatomy of Fall” niha berendamê Oscarê ye û Fransayê temsîl dike.
Wekî din filmên ku di beşên din de xelat wergirtin ev in;
Derhênera Herî Serketî: Justine Triet / Anatomy of a Fall
Lîstikvanê Herî Serketî: Mads Mikkelsen / Bastarden
Lîstikvana Herî Serketî: Sandra Huller / Anatomy of a Fall
Senaryoya Herî Serketî: Anatomy of a Fall | Justine Triet, Arthur Harari
Anîmasyona Herî Serketî: Robot Dreams
Belgefilmê Herî Serketî: Smoke Sauna Sisterhood / Anna Hints
Kurtefilmê Herî Serketî: Hardly Working
Xelata Kifşê (FIPRESCI) ya Herî Serketî: How to Have Sex
Xelata EUFA: Anatomy of a Fall
Xelata Temaşevanên Ciwan: Scrapper
Serketina di temamê jiyanê de: Vanessa Redgrave
Xelata Rûmetê: Bêla Tarr
Xelata Serketinê: Isabel Coixet
Xelata Berdewamkirina Xebatê: Guler Sabanci
Xelata EURIMAGE CO-PRODUCTIONê: Uljana Kim
NAVENDA NÛÇEYAN