Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Çep a Kesk ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin. Şahî li navçeya Sûrê li ber buroya hilbijartinê a Partiya Çep a Kesk hat lidarxistin. Namzetên Partiya Çep a Kesk yên jin ên Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek jin tevlî şahiyê bûn. Wan dovîzên li ser wan "Ziwanêko azad cuyêka azad", "Ez bi kurdî dijîm," "Zimanekî azad jiyaneke azad", "Bila kurdî bibe zimanê perwerdê” nivîsandî, hilgirtin. Di şahiyê de govend hat gerandin û tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat gotin. Piştî şahiyê daxuyanî hat dayîn.
Daxuyaniya hevpar ji aliyê rêvebira MED-DER’ê Dîlan Guvenç ve hat xwendin.
Guvençê di daxuyaniyê de bal bire ser Kovara Hawarê ya ku bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’yan de dest bi weşanê kir û got, “Bi vî awayî 15’ê Gulanê di dîroka neteweya kurd de bû rojeke dîrokî. Di encama têkoşîna azadiya gelê Kurd a neteweyî de, ev roj di sala 2006’an de, bi ked û hewldanên Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP), wek Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin.
Bêguman, ziman ji bo neteweyan xaleke bingehîn û jêneger e, lê wek hemû neteweyên bindest ji bo neteweya Kurd jî sedema man û nemanê ye. Pêwîst e ku em zimanê xwe di her warî de bi pêş bixin, xurt bikin û bikin zimanê fermî, zimanê perwerdehî, zanist, felsefe û wêjeyeke bipêşketî û li her derê jiyan û cihanê belav bikin.”
Kurd tine nabin!
Guvençê li ser tehlûkeya li ser Kurdî jî got, “Heyf û mixabin e, zimanê kurdî weke zimanekî herî qedîm ê mirovahiyê, hatiye ber nemanê. Dewletên dagirker, bi sedan sal e ji bo ku bîr û hişmendiya me Kurdan tine bikin û çand, dîrok û zimanê me bi me bidin jibîrkirin bi rêya her cure polîtîkaya bişaftinê bi hiş û kodên me Kurdan dileyizin. Dagirkerên ku bi tunehesibandin, êriş, talan û komkujiyê nikaribûn kurdan tune bikin bi rê û rêbazên şerê taybet, bi polîtîkayên bişaftin û entegrasyonê dixwazin me kurdan ji ziman û hemû nirxên kurdewariyê dûr bixin û me bikin biyaniyên nirxên me. Li dijî vê yekê, me wek neteweya Kurd, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bi sedan salan, xwe bi hemû nirx û hêmanên xwe yên kurdewar parastiye, lê hê jî xeterên mezin li pêşiya me hene.”
Qet guman nîne ji têkoşînê
Guvençê got, “Qet gumana me nîne ku encama têkoşîna me dê bi ser bikeve û bêhempa be.” Cejna Zimanê Kurdî li jin û dayikên Kurd û gelê Kurd pîroz kir.
Piştî daxuyaniyê jinên ku tevlî şahiyê bûn bi cil û bergên Kurdî ji bo mitînga Amedê ya 13’ê Gulanê, belavok belav kirin.
MA/AMED