Amed jinan fêrî ajokariyê dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 3 Tîrmeh 2024 - 00:27

  • Amed jineke ciwan a ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye. Li gel xebatên xwe yên Şoreşê, niha hewil dide jinan fêrî ajotina erebeyan bike. Amed dibêje: Şoreşê derfet daye me û divê em vala xerc nekin.

JIYAN XELÎL / JIN TV / QAMIŞLO

Bi destpêka Şoreşa Rojava re, jinê mora xwe li her qada jiyanê da. Çi di warê leşkerî, civakî û çi jî siyasî û dîplomasiyê, jina Rojava bû nimûneyek li ser asta cîhanê. Bi vê re zor li hemû qeyd û bendên kevneperest ku li ser jinê hatibûn sepandin, hat danîn. Amed Dilpak jinek ji bajarê Qamişloyê ye û vê gavê xebateke balkêş dike. Wê biryar daye ku jinan hînî ajotina erebeyê bike û ji bo wan qursên perwerdeyê vedike. Derbarê xebata xwe de Amed Dilpak diyar kir ku wê ji 16 saliya xwe ve dest bi ajotina erebeyê kir û guh li qeydên civakî neda û got:“Berî Şoreşa Rojava zihniyeta serdest qebûl nedikir ku jin erebeyê bajo. Di nava şoreşê de hêdî hêdî min xwe fêrî ajotinê kir û hingî temenê min 16 sal bû. Amed balê dibe ser wê yekê ku çawa wê hişt kesên li derdora wê ajotina jinê ji erebeyê re qebûl bike û got:“Ez ji taxa xwe de dest pê bikim, êdî dîtin ku jin dikare ajtoinê bike û ne tenê girêdayî mêr e. Berovajî wê, bi vê yekê re dê karibe barekî di warê birêvebirina malan de jî hilgire ser milê xwe. Amed Dilpak destnîşan kir ku piştî ew hînî ajotinê bû û sûda wê li xwe dît, biryar da ku divê jin fêr bibin û got:“Ez li ser destê perwerdekarê mêr fêr bûm. Lê ev ne rihetiyekê çêdike. Lewra min biryar da ku ez jî tenê jinan fêr bikim û min li ser vî esasî dest bi vê xebatê kir.” Amed li ser awayê karê xwe jî dibêje:“Ez li ser çend qursan jinan perwerde dikim. Ew li ser medya dijîtal min dişopînin û pêwendiyê bi min re dikin û bi vî rengî dest bi perwerdeyê dikin”

Malbata min piştgirî da 

Amed da zanîn ku di dema wê biryar da jinan hînî ajotinê bike, malbat û hevjînê wê destek danê û li kêleka wê sekinîn:“Malbata min jî beşek ji vê şoreşê ye. Baweriya wan jî bi hêza jinê heye ku dikare di her qadê de rolê bilîze. Îro yê herî zêde dihêle ku ez bi xurtî vî karê xwe dewam bikim û bi ser bixim, malbata min e”

Şoreşa Rojava hêz da me

Amed di nava axaftinên xwe de behsa rêwîtiya xwe ya di nava şoreşê de jî kir û wiha got:“Destpêka şoreşê min cihê xwe di nava “Yekîneyên Xweparastinê” de girt û piştre di nava YPG’ê de jî mam. Jinê wekî cara yekem roleke mezin di qada leşkerî de lîst. Wê çaxê jî em li hinek pirsgirêkên civakî rast hatin, lê me guh lê neda û dewam kir.” Amed diyar kir ku wê cihê xwe di nava dîplomasiya ciwanên Rojava de xebat kiriye û çûye Başûrê Kuristanê jî rewşa jinê dîtiye. Li gor Amed, “tevî ku Rojava di şoreşê de bû, lê rola jinê aktîf bû, lê li başûr hişmendiyeke hişk û baviksalarî li jinê dihat sepandin. Lewra ez kêfxweş bûm ku navê şoreşa me şoreşa jinê ye” Her wiha Amed ji wê demê de ket nava xebatên Akademiya Civakên Demokratîk û heta îro jî di wir de kar û xebatên xwe dike. Amed Dilpak di dawiyê de got:“Divê di vê şoreşê de demê vala derbas nekin. Heta ji me tê em nasnameya xwe biparêzin û xwedî li xwe û mafê xwe derkevin. Ez niha li kêleka perwerdekirina ajotina erebeyan bi mûzîkê û zanistê re mijûl dibim. Vê şoreşê derfet daye me, divê em li gorî wê bin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.