Amasong wê bi Kurdî jî bistrêne

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Îlon 2020 - 22:00

  • Koroya jinan Amasong stranên Kurdî jî wê bibêje.

Amasong ji dema hatiye damezrandin ango ji sala 1990´î ve di warê muzîka koroyê ve her nûker bû. Qebûla wê ya awireke pêşverû, tercîhên wê yên stranan û performansan jî ev misoger dikir. Damezrênera wê Kristina Boerger ji çalakgeriya siyasî tê û ji bo hunerê xwe dibîje, destwerdana hunerî. Ev koroya jinan a li Ilinois a Emerîkayê, wê di bernameya xwe de cih bide straneke bi Kurdî jî.
Rêvebera nû ya koroyê Heidi Weatherford di hevpeyvîneke xwe ya bi smilepolitely.com re got, ew ê di bernemaya xwe ya nû ya dema şewbê de cih bidin straneke Kurdî jî: "Ev yekane ye. Vê carê ez ê straneke bi Kurdî pêşkêş bikim. Ez hîna nû ji kampeke beriya bi çend hefteyan a muzîka dinyayê têm. Û li wir ez hînî straneke harîqulade ya bi Kurdî ya dawet û şahiyan bûm. Metna wê dibêje, tu dikarî li vî zilamî miqate bî heke tu bixwazî... tu kevaniya malê yî. Ev in gotinên wê. Ev jî ji wan tiştan e ku Amosong hez dike bibêje."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.