- Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sal bi hatina 19`ê Tîrmehê re xwe amade dikin ji bo salvegera destpêka Şoreşa Rojava.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sal bi hatina 19`ê Tîrmehê re xwe amade dikin ji bo salvegera destpêka Şoreşa Rojava. Tevgera Çand û Hunerê Demokratîk a Mezopotamyayê û Hîlala Zêrîn jî her sal li gorî rewşa herêman şahiyan li dar dixin.
Îsal jî Tev-Çand Mezopotamya û Hîlala Zêrîn tevî hunermend û komên ji pêkhateyan hemûyan amadekariyên şahiyên girseyî dikin.
Hevserokê Tev-Çand Mezopotamyayê Ednan Îbrahîm bal bire ser girîngiya pîrozkirina 10`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Ednan Îbrahîm diyar kir ku gelên herêmê li dijî planan 19`ê Tîrmehê ji xwe re kiriye rojeke dîrokî û got, “Îsal bi awayekî cuda ji salên bihurî dê şahî bên lidarxistin, şahî navendî ne. Hewldanên me hene ku hin hunermendên jî Başûrê Kurdistanê û derveyî welat vexwînin şahiyan, li gorî derfetan ew jî amade bin. Em dixwazin hunermendên înternasyonalîst jî vexwînin, niha em di nava têkiliyan de ne.”
ANHA/QAMIŞLO