- “Ji bo min muhim bû ku film nebe gotineke wilo pahn û seresere, lê belê bi rastî tevlîheviya rewşê û nakokiyan jî nîşan bide. Ji bo pêvajoyeke demokratîk bi ya min muhim e mirov nakokiyên wiha nîşan bide, li ser wan minaqeşeyan bike û xwe li minaqeşeyên wiha veke.”
Belgefilma “The Other Side Of The River (Aliyê din ê çemî)” pirralîbûna Şoreşa Jinê ya Rojava tevî zehmetî, nakokî û pirsgirêkên wê nîşan dide.
ANF Elmanî bi çêkera belgefilmê Antonia Kilian re li Hamburgê peyiviye.
Di belgefilma ‘Aliyê din ê çemî’ de em jina ciwan Hala dibînin. Hala hema piştî ku hêzên QSD´ê Minbicê sala 2016´an rizgar dikin, dev ji malbata xwe ya sîmpatîzana DAIŞ´ê ber dide û li aliyê din ê Firatê tevlî nav refên Yekîneyên Jinan ên Asayîşê dibe. Film sala 2016´an dîmenên Hala ya hingê 19 salî nîşan dide. Film li Elmanyayê ji 27´ê Çile ve li sînemayê tê nîşandan.
Aliyê din ê çemî, belgeyeke wê kêliyê ya xurt e û di heman demê de serpêhatiya filmçêkerê bi xwe ye jî ku di hevpeyvîna ANF´ê bi Antonia Kilian re xweşik xuya dibe.
Niha turneya nîşandana Aliyê din ê çemî heye û tu jî pê re yî. Gelo reaksiyona temaşevanan li te vegeriya?
Em niha ji ber destpêka nîşandana filmê li sînemayên Elmanyayê li tûrneyê ne. Par me tûreke festîvalan jî kir, em li 35 festîvalên filman bûn li seranserê dinayayê. Vegere reaksiyonan pirreng bû. Li gorî wê yekê ka mirov çiqasî elaqedar bûne bi Tevgera Azadiyê ya Kurdan re, reaksiyon diguherîn. Ev bi “Heylo, me nizanî tişekî halo heye” dest pê dike. Gelek mirov nikarin lê bifikirin ku li Sûrî tiştekî weke jinên femînîst hebe. Wekî din hin mirovan hîna ti tişt li ser meselê nebihîstiye. Hin mirovên din jî bi dijwarî serê xwe bi meseleyê êşandiye û piştgir in jî. Hingê jî pirsên ku dikin, diguherin. Lê timî fikra kesên ji Sûrî, Tirkiye, Iraqê û minaqeşeya bi wan re gelekî kela canê min radike, lewma ev rastiya jiyana wan e. Ji bo min gelekî muhim e zanibin ew li ser filmê çi difikirin û çawa hîs dikin.
Tu sala 2016´an li Rojava bûyî, film kengî qediya?
Promiyera cîhanê a filmê par 21´ê Gulanê bû li festîvala belgefilman DOK.fest li Munchenê mixabin online çêbû. Mixabin bû ji ber ku piştî karê 5 salan em neçar man filmê online nîşan bidin. Lê belê niha jî gelekî xweş e ku tûreke sînemayan dikin li seranserê Elmanyayê, li sînemayê rûdinin li cem mirovan.
Naxwe çêkirina filmê 5 salan dewam kir?
Ez ji 2016´an heta 2017´an li Rojava bûm û paşê careke din ji bo 2 mehan çûm Rojava da ku çîrokê bi dawî bikim. Piştre salûnîvekê pêvajoya peydakirina pereyan ji bo hilberînê hebû. Ecêb zêde materyal hebû, diviyabû bê wergerandin, ji bo montajê bê amadekirin, û ji bo montajê jî salû nîveke me çû. Piştre tevî edîtorê xwe Arash Asadî yê ku min li Rojava nas kir, bi xwe jî filmçêker e, li Elmanyayê me montaj kir.
Film bi awayekî serketî dike ku em jiyan û malbatên protagonîstên wê ji nêz ve bibînin. Gelo hîna têkiliya te bi protagonîstan re heye?
Bi Hala û fermandara wê re têkiliya min hîna heye. Em carinan ji hev re peyaman dişînin. Têkiliyên min bi tîma filmê re jî hene. Bi wan re em hevalên gelekî gelekî baş in. Her roj peywendiya me heye.
Ez bi tena serê xwe çûm Rojava û li wir min serê pêşî Sevînaz Evdikê nas kir. Ew jî filmçêker e û hevrêvebera Komuna Film a Rojava ya Serêkaniyê ye. Ez salekê li cem wê mam û wê gelekî alîkarî bi min re kir da ku ez karibim filmê çêkim. Her cara ku ez ji qeydiya dîmenan vedigeriyam, bi Sevînaz re me bi hev re li materyalê qeydkirî temaşe dikir, wê hinekî werdigerand, me minaqeşe dikir, ez gelek tiştan ji wî hîn bûm. Niha hevaltiyeke xurt jî me bi hev ve dike.
Min behsa Arash Asadi kiribû, ew rojnamevan û filmçêkerekî ji Îranê ye, min li Rojava ew nas kir. Tevî wî li Komuna Film a Rojava me dest bi montaja qeydiyên destpêkê kir. Arash hevnivîskarê filmê ye jî. Gava ku piştî salekê ez vegeriyam, min li Berlînê filmçêker û wênegira ji Rojava a Kurd Guevara Namer nas kir. Ew jî weke hilberîner û hevnivîskar kete nav projeyê. Di çûna Rojava a duyem de ew jî bi min re bû. Ev tîma filmê ye, yeke gelekî jêhatî û xurt.
Beriya wê jî tu di nava tevgera piştgiriyê de çalak bûyî. Li cem te pêvajoyeke çawa çêbû?
Gelek pêvajo çêbûn. Ez çûm Rojava ji ber ku îdeolojî û jinên ku min li Elmanya yan jî deverên Kurd ên li Tirkiyeyê nas kiribûn, ez heyranî xwe hiştibûm. Û min xwe bi wan ve girêdayî hîs dikir û min dixwest ji bo pêvajoya xwe ya azadiyê ji wan hîn bibim. Me karî bikin ku film ne seresere be, em nakokiyan, rewşên tevlîhev jî nîşan didin, film nêzî malbatan dibe, nêzî Hala jî dibe û rewşa wê ya zehmet û parçebûyî jî darîçav dike. Ji bo min muhim bû ku film nebe gotineke wilo pahn û seresere, lê belê bi rastî tevlîheviya rewşê û nakokiyan jî nîşan bide. Ji bo pêvajoyeke demokratîk bi ya min muhim e mirov nakokiyên wiha nîşan bide, li ser wan minaqeşeyan bike û xwe li minaqeşeyên wiha veke.
Turneya li Elmanyayê de
Filma The Other Side of the River hilberîna Elmanya û Fînlandiyayê ya sala 2021´ê ye. Tê de Hala û Zozan Mustafa xuya dikin. Antonia Kilian derhênera filmê ye. Guevara Namer, Arash Asadi senarîstên wê ne û Frank Müller, Guevara Namer, Sevînaz Evdikê (ji Komîna Film a Rojava) produktorên belgefilmê ne.
Di çarçoveya , film wê hîna li van cihên jêr tevî beşdariya tîma çêkerên filmê bê nîşan dan:
03.02.22 – Bali, Kassel
04.02.22 – FSK, Berlin
12.02.22 – Filmforum Höchst, Frankfurt
NAVENDA NÛÇEYAN