Albûmek ji bo Helebce

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Adar 2023 - 02:15

Bi nêzîkbûna salvegera 35´an a êrişa bi gazên kîmyewî ya li dijî bajarê Helebceyê re, sopraniya Kurd, Pervîn Chakar ji bo bibîranîna şehîdên qirkirina Anfal û Helebceyê wê albumekê biweşîne. 

Pervîn Chakarê li ser albûma bi navê “In Memoriam: Victims of Halabja” li hesabên xwe yên medya dijîtal nivîsî: “Li ser esasê helbesta Şêrko Bêkes Helebce (Çwardey mang bû) Pervîn Chakar wê albûmê hilberîne û 14´ê Adara 2023´yan li ser tevahiya platformên dijîtal wê peydan bibe.”

Ew  albumê diyarî qurbanî û malbatên wan dike. Ew dibêje, par wê di serdana muzexaneya Helebce de helbesteka Şêrko Bêkes dîtiye û gotiye, ew dikare ji bo salvegera êrişa bi gazên kîmyewî ya li dijî Helebceyê de ji helbestên Şêrko Bêkesî re besteyan çêke û albumekê amade bike.

Besteyên di albûmê de yên wê û Tommaso Saturnia û Ezgî Tekîn in.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.