Albûmek ji bo Eşqa bêdawî ya Mihemed Şêxo

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Nîsan 2022 - 22:00

  • Xecê: Min xwest wekî arşîvekê, hest û hunerê hunermendê nemir bi vê xebatê bigihînim nifşên nû. Ez bawer dikim ku ew ê bigihêje her dilê hunerhez û hezkiriyên Mihemed Şêxo û hunerê wî her û her wê bijî. Gotina stranên hunermendekî ewqasî serketî ji bo min riya şerefê ye. 

ERKAN GULBAHÇE / SAARBRUCKEN

Xebata albumê ya hunermend Xecê, “Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo”, di salvegera koça dawîn a hunermendê nemir Mihemed Şêxo de bi etîketa Ses Media Muzîk li ser platformên dîjîtal belav bû.

Hunermend Xecê di vê albumê de cih daye stranên Mihemed Şêxo yên bi navê “Ay Gewrê”, “Nesrîn”, “Dinya Bu Bihar”, “Ey Felek”, “Bilinde Bejn û Bala Te”, “Were Were nik min Rûne”, “Perwîn”, “Dil perîşan im”, “Lê lê Ciwanê”, û “Xalxalok”.

Hozan Xecê, albuma xwe ya “Guldesteyek ji stranên Mihemed Şêxo” wiha pêşkeşî guhdarvanên xwe dike; “Pêşkeşek ji pêşkêşên muzîka nûjen a Kurd Mihemed Şêxo, digel astengiyan hemûyan, bi têgihîştina berpirsiyariyê û bi hûnandina hezkirina bêhempa, wek diyarkirina evîna xwe ya li hember welat û civakê, muzîka Kurdî hûnandiye û welat û civaka Kurd hemû kiriye evîndarê xwe. Mihemed Şêxo, bi hêza şiroveya xwe ya bêhempa ji bo hunermendên biyanî jî bûye çavkaniya hunerî, di warê dildariya welat, dilsoziya nirxan û mirovahiyê, bi xwebexşî bûye remza awazî, bi dilnizmî û keda xwe bûye yek ji pêşkêşê muzîka Kurdî.”

Li ser vê albuma wê ya nû em bi Xecê re axivîn. 

Tu dikarî behsa muzîkjeniya xwe bikî, gelo di malbata te de jî muzîkjen hebûn? 

Ez dibêjim, wekî gelek tiştên din kesayetî jî, ji bav û kalan ango ji pêşiyên me weke mîras dimîne ji me re. Ez sala 1978’an li gundekî Cizîrê hatim dinê. Dibe ku eşqa muzîkê jî ji dayîk û bavê min ji min re mabe. Ji ber ku dayika min a rehmetî di ciwaniya xwe de li gund bi dengê xwe jê hatiye hezkirin û di gelek şevbihêrk û şahiyan de stran gotine. Bavê min jî wekî diya min di dema xwe de stran gotine. Di zarokatiya xwe de min xwe tim li ser dikê xeyal dikir û di nava malê de min ji xwe re stran digotin. Sala 1996’an bi naskirina Navenda Çanda Mezopotamya, şaxê wê yê Izmîrê, min xeyala xwe bi cih anî û dest bi xebatên muzîkê kir. Di navbera salên 1996 û 2003’an de di nav xebatan de mam. Sala 2008'an albuma min ya bi navê "Dem", sala 2018'an jî albuma min ya bi navê "Ez û Tu" derket. Piştî çar salan, niha jî albuma ji bo bibîranîna mamosteyê nemir Mihemed Şêxo derket. Wekî din jî rêwitiya min a muzîkê dewam dike.

Piştî çar salan albuma te ya sêyem derket. Kî ji bo vê albumê çiqasî westiya?

Piştî çar salan xebata min a sêyem ji bo bibîranîna hunermend û mamostê nemir Mihemed Şêxo, bi navê “Guldesteyek ji stranên Mihemed Şêxo” ya ji 10 stranên wî derket. Album di 9’ê Adarê yanî di salvegera koça wî ya dawîn de derket û niha li ser hemû platformên dijîtal e. Fîrmaya muzîkê ya ku min her sê albumên xwe jî di bin sîwana wê de derxistin, Ses Medya ye û birêz Muhsin Altintop piştgiriyeke gelek mezin û hêja dan vê xebatê. Di bingeh û hûnandina rengê vê xabatê de bêguman keda herî zêde û giranbiha jî ya dost û hevalê min ê hêja Hecî Azad e. Wekî din di berga albume de wênesazê qedirbilind birêz Luqman Ehmed kedeke pirr hêja û giranbuha da. Her wiha dostên qedirbilind Lokman Ayata, di wergera nivîsê de, Mehdî Tanrikulu jî ji bo sererastkirina peyvên stranan kedeke hêja dan. Ji bo mix û mastering, birêz Enver Akarcali, û gelek muzikjenên hêja ked dan ve xebatê.

Çima guldesteyek ji stranên Mihemed Şêxo? 

Di pandemiyê de em muzikjen ji kar û xebatên xwe yê li ser dikê dûr ketibûn. Rojeke di axaftina min û birêz Muhsin Altintop de fikra vê xebatê derket holê. Wî gote min, gelo em dikarin xebateke bi tevahî ji stranên hunermendên me yên nemir çekin? Ya rastî di dilê min de jî xwestekeke bi vî rengî hebû, lê jê re dem hewce bû. Piştî pirsa Muhsin Altintop bi kêfxweşî min jî fikra xwe got û me biryar da em stranên Mihemed Şêxo hazir bikin. Jixwe, min car caran li ser dikê û ji xwe re li civatan jî çend stranên wî digotin. 

Yanî, tu difikirin ji bo siberojê albumên hunermendên nemir yên din jî hazir bikî!

Xwezî derfet hebe û em karibin xebatên wekî vê projeyê ji bo bibîranina hunermendên me yên kû ji nav me koç kirine û xizmeta ziman, huner û muzîka Kurdî kirine hemûyan çêkin. Niha tenê li gorî derfetan xebata ji bo mamostê nemir Mihemed Şexo me amade kir. Vê gavê amadekariyek wekî din bi vî rengî tineye. Dibe ku siberojê derfet çêbe, dîsa ji bo bibîranîna hunerê hunermendekî din xebatek bê çêkirin. Bi rastî jî xwendina stranên hunermendên ku di nava guhdaran de bi qedr û qîmet in, karekî zor û zehmet e. Dema ji hin stranan bi deng û şiroveya hunermendekî hatibe hezkirin, bi deng û şiroveya keseke din wê tamê nadê guhdaran. Dizanim karê min gelekî zehmet, giran û hêja ye.

Bi albumê re Stranên Mihemed Şêxo tesîreke çawa li muzîkjeniya te kir?

Bêguman di aliyê gihîştina dil û hestewariyê de wekî her guhdarekî tesîrek li min jî kiriye. Bi kesayet, sekn û biryara xwe ya hunerî, di aliyê muzîkjeniya min de jî li ser şirove û xwendina min tesîr kiriye. Ez bawer dikim ku, tişta negihîje dilê stranbêj xwe nagihîne dilê guhdaran jî. Di stranên Mihemed Şêxo de tiştek heye ku ji kûrahiya dil tê û mirov ber bi diyarên dûr ve dibe. Di nav de eşqeke bê dawî heye.

Ji bo albumê heta xelkê çi got?

Di hilbijartina van 10 stranan de, min hewl da xwezaya stranan jî biparêzim. Ev album xebateke gelekî nû ye, hêj meheka wê qediyaye. Ji bo fêmkirin û guhdarîkirina hinek xebatan dem hewce ye. Jixwe stranên Mihemed Şêxo di dilê guhdaran da cih girtine û bi qedr in. Lê bi qasî ku di demeke kin de belav bûye jî veger û şiroveyên gelek xweş tên ji guhdaran. Mihemed Şêxo welathezekî gelekî hêja dengekî ji kûrahiya dil û hunermendekî giranbuha yê serdema xwe bû. Min xwest wekî arşîvekê, hest û hunerê hunermendê nemir bi vê xebatê bigihînim nifşên nû. Ez bawer dikim ku ew ê bigihêje her dilê hunerhez û hezkiriyên Mihemed Şêxo û hunerê wî her û her wê bijî. Gotina stranên hunermendekî ewqasî hezkirî û serketî ji bo min riya şerefê ye. 

Gelo bi van stranan te ji xwe re şêweyek ava kir?

Na ji bo terz û şêwe, ez nikarim bibêjim, min terzek ji xwe re ava kir yan jî ev terza min e. Ji ber ku ev xebat bi tevahî bi hest û hûnandina mamostê nemir û ji bo bibîranina hunerê wî ye. Lê terzekî nêzîkî min e. 

Platformên dijîtal li ser hunermendên Kurd û muzîka wan bandoreke çawa çêkir?

Belê album niha tenê li ser platformên dijîtal hate weşandin. Êdî cîhan ber bi jiyaneke teknolojîya dijîtal ve diçe. Êdî her tişt li ser medyaya civakî û dijîtal ava dibe. Berê kaset yan jî CD bi gelek zehmetiyan dihatin belavkirin; ji bo ku bigihîjin her deverê xebat û reklameke zêde hewce bû. Lê niha her kes xwedî telefonên destan e û medya dijîtal bi kar tînin. Elaqeyek yan jî hezkirineke wan a hunerî hebe, dema album yan jî xebateke hunerî li ser platform û medya dijîtal hatibe weşandin, guhdarî û temaşe dikin. Medya dijîtal ji bo hunermendan û danasîna xebatên wan ên nû rêyeke baş e. Lê bi xwe re hin xetereyan jî tîne û mirov wexta xwe li wir pûç û vala derbas dikin. Divê mirov van platformên dijîtal baş bi kar bînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.