• Albuma duyê ya hunermend Gulbahar Kavcu ya bi navê “Rû” derket. Suna Alan li ser huner û albuma wê, pê re peyivî.

SUNA ALAN
LONDON

Albuma duyê ya hunermend Gulbahar Kavcu ya bi navê “Rû” bi belavkeriya Enstîtuya Çandî ya Almanî-Kurdî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) derket û ji 4´ê Adarê ve li ser tevahiya platformên dîjîtal peyda dibe. Klîba wê ya yekê jî li ser YouTube belav bû. 

Gulbahar Kavcu sala 1996’an di bin banê NÇM´a (Navenda Çanda Mezopotamyayê) Stenbolê de dest bi xebatên xwe kiriye. Ew ji Mêrdînê ye, lê li Stenbolê hatiye dinê û li wir mezin bûye. Di albumê de gotinên berhemekê û gotin û awaza berhemeke dinê jî yên wê ne. Em li ser hunerê wê û albuma wê peyivîn. 

Albuma ’Rû’ encama çi bû? 

Di ser albuma min a pêşî ´Sebebê´ re gelek wext bihurî. Min nexwest hema ji bo xuya bikim, tiştekî bikim. Kurtûkurmancî divê tişta dikim ji dilê min bê. Heger hin tiştên pêk tên hebin, bi ya min divê ew dema xwe berdin, bisitewin. Welê, illeh wê rêyeke xwe bibîne, xwe veguherîne îfadeyekê. Jixwe, gava mirov hazir be, hin tişt xwe ferz dikin. Albuma min a beriya niha, min repertuwara wê di nav du, sê deqîqeyan de diyar kir û hema dest bi xebatê kir. Serpêhatiya destpêkirina Rû jî dişibe vê. 

Pêvajoya pandemiyê tesîreke mezin li min kir. Bi awayekî xwezayî mirov li rêyên xwerehetkirinê digere. Min kulîlk av dan û li muzîkên pirr xweş guhdarî kir. Ez li xwe vegeriyam, pirr bêdeng bûm, kêm peyivîm û min hewl da tê bigihim ka jiyanê çi bi xwe re anî û çi bir. Min carinan muzîk kir, carinan nivîsî, carinan pirr xebitîm, carinan min ti tişt nekir. Piştre, ew hîs bi min re peyda bû, diviya bû ez tûrikê xwe vala bikim. Muzîk di jiyana min de tiştekî welê ye ku ez nabêjim, ´ez nekim ez ê bimirim´, lê gava dikim jî aram û bextewer dibim. Rû beşekî piçûk ê pêvajoyeke welê ye ku min ji xwe re got, “ez bibêjim, ez ê hîna çi bibêjim”. Rû, encama pirsa “Çima divê ez tiştekî nû bikim?” û bi teşwîqa derdora min a nêz kêmkirina pirsan e.

Bi xêra xwe behsa berhemên di albumê de bike...

Strana ewil a albumê “Eyşê” ye, ji devera Dihokê ye, straneke derxistina bûkê ji malbavê ye. Bi pêşniyaza aranjorê xwe Harûn Elkî min ew got. “Biharperest” jî di wexta karantînayekê de min li şaneşîna mala xwe nivîsî, Harûn jî di şeveke karantînayekê de awaza wê danî û ji min re şand; gava li vê strana me ya hevpar dihisînim, weke ku dilê min bi firê bikeve. “Dev jê berde” jî xwedanader a demeke pirr dijwar e, awaz û gotinên wê yên min in.

Tu muzîka xwe çawa terîf dikî?

Dibe ku ya min tenê nerazîbûnek be, lê ez red dikim terîf bikin, bi nav bikim. Mirov rabe, diyardeyeke weke muzîkê zindî û guherbar rave bike, terîf bike, di jiyanê de, bi ya min ev mesele ye. Bi ya min gava mirov muzîkê di nava terzekî qalibên wê pirr diyar de neke, pênasekirin pirr zehmet e. Axir, ev rêyek e; yan tu wê rêyekê xêz bikî yan jî tu wê rêyeke heyî hilbijêrî. Rêyeke li ser rêya xweavakirinê, dibe ku navekî wê, terîfeke wê ya zelal nebe.

Album weke albuma EP (extended play) derket. Ev EP çi ye?  

Mirov dikare weke “lêxistina [muzîkê] ya dirêjkirî” wergerîne. Xwe li şertên dijîtal anîna dinyaya muzîkê ye. Divê di albumên EP de herî kêm 3 stran hebin. Albuma min jî welê ye.

Êdî weke xwedanader a dînîtiya serfkeriyê ya roja me ya îro, ti hunermend ne pê re ye ku albumeke bi gelek stranan derxe. Bi pirranî sînglan derdixin. Fikra min a pêşî jî ev bû. Yanî em stranan bi navbereke diyar derêxin. Lê ya rastî dilê min lê xweş nebû. Di sohbetên bi hevalan re yên ku di van waran de bi tecrûbetir in, ev fikr derket pêş. Yanî, a nêzî aqilan albuma EP xuya kir. Ji bo min jî guncaw bû, wê destûr dida karekî pijiyayî, û min jî karîbû xwe tê de îfade bikim. 

Te bi kê re kar kir?

Aranjorê albumê, dostê min ê qenc Harûn Elkî ye. Hevjînê min Îbrahim Ekinci ji produktorekî bêhtir xebitî, axir ew produktorê min e. Hunermendên pirr hêja di albumê de xebitîn. Bass gîtar a Hogir Ugur Nazlier, çelloya Rûşen Arslanargun, lavta û tenbûra kodikmezin a Huseyin Canpala, gîtara bêperde û kopuz a Lutfucan Kapucu, gîtara elektro û akustîk a Harûn Elkî. Harûn Elkî dengê xwe yê xweş jî li dengê min zêde kir. Min jî li kemaçê da.

Wekî din du klîbên min û wêneyên min Erkan Eryigit hazir kirin, derhêneriya dîmen Mufît Guzel kir. Beşir Yılmaz grafîk hazir kirin û Sultan Albayrak jî derhêneriya huner kir. Ez malavahiya hemûyan dikim.

Albuma hunermendê li ser lînka jêr a youtube peyda dibe:

https://www.youtube.com/watch?v=-Bu81P9k8xc