Albûma êş û bêrîkirinê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 18 Cotmeh 2023 - 04:50

  • Me navê “Abuelas de Plaza de Mayo” ji meydanan Arjantînê bihîstine lê wênegir Leonardo Vaca wan li malê jî nîşanî me dide. Ji bo albûmeke abuelayan çêke, diçe mala 40 dapîrên laçikspî yên ku ev 40 sal in li ber xwe didin da ku hestûyên zarokên xwe yên winda bibînin.

Di sala 1976’an de bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li Arjantînê darbeya leşkerî pêk tê. Jorge Rafel Videla ku pêşî genarelek bû, piştî darbeya leşkerî bû serokê dewleta Arjantînê. Cûntaya leşkerî bi daxwaza Videla, her kesê li hember cûntayê bû, girt û ji bo kesên girtî dadgeh bikin, 600 navendên veşartî yên nezaretê vekirin. Di nava kesên windakirî de şagirt, mamoste, karker û aktivîst hebûn. Gelek ji wan li kolanan hatin desteserkirin û piştî çavên wan hatin girtin, ew birin van navendên veşartî yên nezaretê. Ev kes li van navendan rastî êşkenceyên giran hatin. Gelek ji wan jî hatin kuştin û ew avêtin Okyanûsa Atlantîkê! Ev planeke sîstematîk a cûntayê bû, bi vî awayî xelk winda kirin bi awayekî welê ku hîna jî kes nizane hestûyên wan li ku derê ne. Hin jinên ku ducanî bûn, piştî zarok anîn dinyayê zarokên wan ji wan hatin girtin û ev zarok li ser nifûsên kesên nasnameya wan ne diyar, hatin qeydkirin. Bi vî awayî qederê 30 hezar kesî hatin windakirin. Piştî van bûyerên sosret ên windakirinê, dapîrên van zorokên windayî ji bo zarokên xwe bibînin dest bi çalakiyekê kirin ş hîna jî ew çalakî didome.

Ew li Arjantînê û her wiha li dinyayê weke “Abuelas de Plaza de Mayo” (Dapîrên li Plaza de Mayo” tên nasîn. Temenê gelek dapîran ji 90’î bihuriye. Hinan ji wan zarokên xwe yên winda dîtin û vê yekê kêfa wan anî. Hin ji van dapîran jî nikarîbûn zarok yan jî neviyên xwe bibînin û ji vê dinyayê koç kirin, çûn. Hin ji wan jî hîna li meydan û kolanan li ber xwe didin. Di heman demê de xwedî rêxistineke mafên mirovan in û dapîrên endamên vê rêxistinê, bi laçikên xwe yên spî her li kolanan di nav çalakiyan de ne. Xasma jî li meydana li ber avahiya hikûmetê ango Plaza de Mayo kom dibin û li hestûyên zarokên xwe yên ku di dema dîktatoriyê de (1976-1983) hatine windakirin, digerin. Êşa wan a bi salan hîna jî nekewiyaye ji lewma jî kerba wan a bi salan veguheriye “lucha”yekê (têkoşînekê) û wan kesên ku weke wan difikirin jî li “lucha”ya xwe zêde kirine.

 

Wêneyê 40 abuelayan weke albûmekê

Me ev dayik û dapîr gelek caran li meydanan dîtibûn. Lê wênegir Leonardo Vaca vê carê Dapîrên li Plaza de Mayo li malê nîşan dide. Vaca, sala 2021’ê piştî ku ji ber pandemiyê kolanên Arjantînê vala dibin, dibe mêvanê “abuela”yan û li malê wêneyê 40 dapîran digire. Ev proje bi destê Sekreteriya Mafên Mirovan a Arjantînê çûye serî da ku li Arjantînê piştî 40 salan, demokrasî ji nû ve were sazkirin.

 

Rêya ber bi hundirê malê ve

Ev albûma ku hatiye hazirkirin, di vî warî de yekane ye û ewçend jî teybet e. Ji lewma beriya vê albûma wêneyan, ti kesî Dapîrên li Plaza de Mayo li malê nedîtibûn û xebateke bi vî rengî pêk nehatibû. Di pêşgotina albûmê de akademîsyenê zanyariyên civakî û lêkoler Cora Gamarnik dibêje, “Em hîn bûne Abuelayan li kolanan bi laçikên wan ên spî û di destên wan de wêneyên zarokên wan ên windayî bibînin… Lê wêneyên di vê albûmê de weke rêyekê ye ku ber bi hundirê mala wan ve diçe.” 

 

Abuela DNA´yên trajediyên me ne

Wênegir Leonardo Vaca dibêje, her yek ji wan xwedî serpêhatiyeke dûrî xeyalan e: “Her abuelayek weke komstêrkekê ye; jiyana wan di nav tirs, êş, bêrîkirin, xemgînî, hezkirin û hêviyan de dibuhire. Ew DNA´yên millet û trajediyên me ne.”

Gava ku Vaca diçe malan dapîran, hemûyan jî ew bi kulîlkan pêşwazî kirine. Vaca balê dibe ser hafizeya wan a ku êdî hin tiştan ji bîr dike û dibêje, “Gelek abuela bi endîşe bûn ku hafizeya wan her diçe zeîf dibe. Wan digot, me gelek tişt ji bîr kirine. Lê gava ku min cîhaza qeydkirina dengî vekir, wan kite bi kite her tişt anî ziman, weke ku li wan cihan bin, li wan cihên bûyer lê qewimîn. Wan dixwest îfadeyên wan yên dawî werin qeydkirin.”

 

Bila careke din neqewime!

Li Arjantînê di sala 2007 û 2009’an de Doza Mezin ya ESMA dest pê kir. ESMA yek ji navê wan navendên veşartî yên êşkenceyê bû û weke dibistaneke leşkerî kar dikir. Rêxistina Abuelayan bi belge û arşîvên ku bi dest xistin, nîşan dan ku li van navendên veşartî li dijî mirovahiyê sûcên mezin hatine kirin. Her wiha wan gelek şahid jî anîn dadgehê û îfadeyên şahidan jî êşkence piştrast kir. Di rûniştina dawî ya doza ESMA de abuelaya bi navê Vera Jarch got; “Em dizanin heqîqet, edalet û hafize ji bo ku em bibêjin ‘Nunca Más’ ([Bila] careke din hew [biqewime]) çend tiştên sereke ne û hin tiştan misoger dikin. Bi saya teşwîqkirina hafizeyê, em hewl didin da ku ev trajedî hîç neyên jibîrkirin.”

 

Tenê 14 abuela mane

Di meha Îlona çûyî de UNESCO´yê navenda êşkenceyê ESMA, weke namzetek qebûl kir ku bibe yek ji Mîrateyên Dinyayê. ESMA niha weke muzeyekê dixebite. Namzetiya ESMA ya ji bo Mîrateya Dinyayê kir ku bûyerên li Arjantînê di warê navneteweyî de jî werin zanîn. Li Arjantînê niha tenê 14 abuela mane. Ji van jî tenê 6 kes dikarin çalak bin. Wênegir Leonardo Vaca dibêje, “Hin abuela dikevin 100 saliya xwe û di nav 2 salên dawî de qederê 20 abuelayan wefat kir. Ez pirr bextewar im ku ev proje pêk hat. Êdî dikarim di nav aramiyê de serê xwe deynim. Ji lewma ez ê careke din projeyeke weke vê bi mane, nikaribim çêkim.”
Heger hûn dixwazin albûmê navbuhirî bibînin lînk û koda bi çarçik ya dibe ber bi lînkê ve li jêr in:
http://conti.derhuman.jus.gov.ar/2023/07/abrazo-infinito-libro.pdf

BUENOS AIRES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.