Aştî bi yek alî nabe!

În 25 Nîsan 2025 - 03:40

Dayikên Aştiyê ku di şer de berdêla herî giran dane û bi salan e ji bo afirandina aştiyê hewl didin, ji ANF'ê re axivîn.

Ji Dayikên Aştiyê Zeynep Çalihan anî ziman ku banga Rêber Apo bi taybetî ji bo gelan xwedî wateyeke dîrokî ye û got:"Divê her du alî dest ji çekan berdin; aştî bi yek alî nabe. Em ji samîmiyeta Birêz Ocalan piştrast in, lê belê ji desthilatdariyê bawer nakin. Ji ber ku berê jî heman pêvajo hat serê me. Bi taybetî ev kiryarên antî demokratîk baweriya me hîn bêhtir dişikîne. Vê carê divê dewlet destê xwe dirêj bike, destpêkê tecrîda li ser Birêz Ocalan rake, wî berde. Divê êdî dawî li mijûlkirinê bîne. Em daxwaza gaveke şênber dikin. Em aştiyeke du alî dixwazin, ne yek alî."

Werin em bibin yek

Dayika Aştiyê Zeynep Çalihan ev bang li dayikên leşkeran kir:"Divê dayikên leşkeran jî di aştiyê de israr bikin. Ez dayikek im û weke dayik em aştiyê dixwazin, edaletê dixwazin. Rondikên çavan ên dayikan hemûyan weke hev e, dilê wan bi heman rengî dişewite. Êşa me bi heman rengî ye. Eger dayik li hev kom bibin wê aştî pêk were."

Stratejiya xapandinê berdin

Ji Dayikên Aştiyê Katîbe Gungor fikarên xwe yên li ser pêvajoyê anî ziman û got:"Em dayik amade ne, lê belê me gaveke erênî hîn ji desthilatdariyê nedîtine. Di bin navê aştiyê de em naxwazin careke din bi stratejiyeke hilbijartinê bixapin. Eger qala aştiyê dikin, weke gava destpêkê bila girtiyên nexweş ên li ber mirinê ne berdin. Em naxwazin kesek bimire lê divê desthilatdarî jî gavê biavêje. Dem girîng e, binihêrin Sirri Sureyya Onder dema ku ji bo aştiyê hewl da, nexweş ket. Eger gav wê bê avêtin divê di dema xwe de bê avêtin. Em dixwazin Sirri Sureyya Onder zû rehet bibe û aştiyê bibîne. Bila Xwedê şîfayê bide wî, weke dayik em jê re dua dikin."

Me ji şer gelekî êş dît

Ji Dayikên Aştiyê Sabîha Bozan jî got:"40 sal in ji bo kesek nemire û aştî pêk were em li qadan e. Zarokê her kesî hêja ye û ji ber vê yekê em dixwazin ev aştî bibe aştiyeke rasteqîn. Me ji şer gelekî kişand. Leşkeran em bi zorê ji gundê me derxistin, me her tim êş kişand, carekê jî me dest ji daxwaza aştiyê bernedan. Em aştiyê dixwazin. Desthilatdarî divê vê banga girîng a Birêz Ocalan ji bo aştiyê têk nebe û ji dil nêzî pêvajoyê bibe."

Em dixwazin hêviya me neşikê

Ji Dayikên Aştiyê Cemîl Karakaş destnîşan kir ku banga Rêber Apo hêvî da wan, lê belê ji ber pratîkên derbasbûyî ew ji desthilatdariyê bawer nakin û got:"Zarokên me her roj têne binçavkirin, têne girtin. Li derve ciwanekî me nema. Em dixwazin Birêz Ocalan tavilê azad bibe. Kurê min bi salan e girtî ye, ez dixwazim xwe bigihînim wî. Em hêvî dikin ku hêviya me vê carê jî neşikê û aştiyeke rasteqîn pêk were."

ANF/ZEYNEP KURAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.