Rihê jiyaneke nû
Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 03:30
Mewlûde Azan a ku di sala 2016'an de kurê xwe Vedat (Hejar Botan) di pevçûnekê de winda kir û kurê wê Ferhat tevlî nava PKK'ê bûye, banga Rêber APO wekî "Ruhê jiyaneke nû" bi nav kir. Mewlûde Azanê diyar kir ku divê dewlet gavan bavêje. Mewlûde Azanê got:"Pêvajoya ku hatiye destpêkirin ji bo me gelekî bi qîmet e. Dema ku zarokên me şehîd bûn, gundên me şewitandin, me neçarî koçberiyê kirin û em hatin girtin jî, me parastina aştiyê kir. Me gelek êş kişand. Niha bi şer û mirinan tu encam bi dest nakeve û her kes vê yekê dizane. Dema em li dîroka cîhanê dinêrin jî, her şer bi awayekî teqez bi dawî bûye."
Mewlûde Azanê bal kişand ser vê yekê ku tevî hefte di ser banga Rêber APO re derbas bûne jî hîn jî tu gav nehatine avêtin û got:"Em bi birêz Ocalan bawer in. Em hîn jî ji dewletê bi guman in. Ji ber ku aştî yekalî nabe. Gava yekem a ku divê bê avêtin berdana girtiyên nexweş in. Azadiya girtiyên me û birêz Ocalan divê. Mesele pir girîng e. Lewma tavilê divê gav bên avêtin. Dewlet hê jî polîtîkayên xwe yên salên 1990'î dimeşîne." Mewlûde Azanê diyar kir ku zarokên wê li dijî polîtîkayên zextê yên li ser kurdan tevlî PKK'ê bûne û got ku wijdanê wan neheqiyê qebûl nekir û got:"Bila niha soz bên dayîn. Bila tu alî êşa windakirina zarokan nekişîne. Me yên herî bi qîmet dan. Bila jidil nêzî pêvajoyê bibin. Bila di navbera her du aliyan de aştiya herî xweş pêk were."
ANF/WAN