• Aktrîsta Ingilîz Maxine Peake daxuyaniya hunermendan a ji bo serbestkirina Rêber Abdullah Ocalan îmze kir. Hunermend bi daxuyaniya xwe dibêjin, êdî wext e divê Ocalan bê serbestkirin.

Maxine Peakê jî daxuyaniya hunermendên navneteweyî ya ji bo serbestkirina Rêber Abdullah Ocalan, îmze kir. 

Maxine Peake yek ji aktrîstên Ingilîstanê yên herî navdar e û bi çalakvaniya xwe ya civakî tê nasîn. Ew sefîra gelek weqfan e ji bo pêşîgritina li xwekuştinê, edaleta civakî û wekî din. Wê niha destek da daxuyaniya hunermendên navneteweyî yên ku doza serbestkirina Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Hunermend, nivîskar û afirîner bi vê daxuyaniyê dixwazin Rêber Ocalan ji hepsa Îmraliyê bê berdan. Di deklarasyonê de hunermend bi bîr dixin ku Ocalan bêhtirî 20 salan li Girava Îmraliyê tecrîdkirî di hepsê de ye û wiha dewam dikin: "Abdullah Ocalan bi xwe gelekî li ser cihê çandê û ziman di nav jiyana Kurdan de nivîsî. 

Ocalan bi qedrê huner dizane
Ew qebûl û nas dike ku huner îfadeyeke nasnameya Kurdî ye û azadî ji bo ku ev îfade û huner geş bibe şertekî li pêş e. Huner û azadî ji bo rûmeta mirovî esas û heyatî ne.  Weke hunermend em têdigihin ku azadî heyatî ye ji bo rûmet û hevgirtina her ferdî. Abdullah Ocalan di hepsê de ma û azadî heqê wî ye. Wî eşkere nîşan da ku ji bo miletê xwe ew serokekî siyasî yê xwedî berpirsiyarî ye û wî nîşan da ku mirov dikare baweriyê bi gotina wî bîne. Êdî dem hatiye ku ew serbest bibe.”

Di nava hunermendên metn îmzekirî de stranbêj û nivîskarê stranan ê ji Galiyayê Dafydd Iwan, senarîst Julia Pascal, romannûs James Kelman, bestekar Nathan Felix û hunermend Alix Davis jî hene. Bi Maxine Peake re ev lîste dewlementir bû.

LONDON