Aktrîst Terane Elîdostî hat berdan

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Çile 2023 - 03:30

Aktrîsta sînemayê ya Îranî Terane Elîdostî piştî ku 19 rojan di nezaretê de ma, hat berdan.

Roja 17’ê Kanûna 2022’yan Terane Elîdostî ji ber ku piştgiri dabû serhildanên gel ên li Îranê, hêzên rejima Îranê ew kiribû nezaretê.

Terane Elîdostî îro piştî 19 rojan bi belavkirina çend wêneyên xwe li ser medya dijîtal ragihand ku ew hatiye berdan.

Terana Elîdostî beriya niha ji bo piştgiriya serhildana gelên Îranê, wêneyekî xwe yê serqot yanî bê hîcab û dovîzeke li ser nivîsandî “Jin jiyan azadî” hildabû û li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal weşandibû.

Beriya wê jî piştî bidarvekirina ciwanê bi navê Mohsen Şekarî jî li ser hesabê xwe yê Instagramê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû; “Li benda encamên vê xwînrijandinê bin.”

Piştî ku Terane Elîdostî kirin nezaretê, qederê 500 sînemavanên cîhanî û di nava wan de xelatgira Oscarê Kate Winslet û derhênerê Brîtanî Ken Loach hebûn, bi nameyeke vekirî daxwaza demildest berdana aktrîsta bi nav û deng a Îranî Terane Elîdostî kiribûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.