Îsraîl û Hamasê li hev kir ku agirbestê heta rojeke din dirêj bikin. Hamasê ragihand ku li ser dirêjkirina agirbestê heta rojeke din, bi Îsraîlê re li hev kiriye.
Artêşa Îsraîlê dabû zanîn:“Lihevkirina bi Hamasê re wê bê dirêjkirin, ji bo ku navbeynkar bikarin xebatên xilaskirina dîlgirtiyên li Xezayê berdewam bikin.” Li gorî ajansa nûçeyan a Qeterê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid El Ensarî got her du aliyan li gorî şertên berê li hev kiriye ku agirbestê heta rojeke din dirêj bikin û alîkariyên mirovî derbas bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN