Afirîneriya bi telefona destan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Adar 2023 - 09:45

Girtina fotografên ezamet ên mobîl yanî bi telefonên destan, her diçe zêdetir dibe. Girtina wêneyan li gorî berê hêsantir bûye û heger telefonek di destê we de hebe, hûn dikarin wêneyên baş bigirin. Lê helbet tenê hebûna telefonekê têra vê yekê nake, her wiha divê afirînerî û çavên xurt ên ku dîmenên xweşik dibînin jî hebin.

Wênegir Glenn Homann yek ji wan kesan e ku çavekî wî yê xurt heye. Wî bi telefona destan wêneyê xwe yê ku navê “Eyeing Ibis” lê kiriye, girt û ev wêneyê wî di pêşbirka “Mobile Photography Awards” (Xelatên Wêneyên Mobîl) de bû wêneyê herî serketî. Homann di wêneyê xwe de reng, ronahî û kompozîsyoneke serketî li hev aniye. Xasma jî rengên wî yên zindî bala mirov bêhtir dibin ser wêneyê wî û tenê telefoneke destan têra vê nihêrînê kiriye.

Yek ji avakerê projeya “Mobile Photography Awards” Daniel Berman got; “Wêneyên ku îsal ji me re hatin, kela canê me bêhtir rakirin. Nexasim jî wêneyê Glenn Homann serketina wêneyên mobîl nîşanî xelkê dide. Mirov dikarin tenê bi telefonekê wêneyên bêhempa biqefêlin.”

Weke wêneyên Glenn Homann gelek wêneyên din ên ku bi telefona destan hatine girtin, di pêşbirkê de xelat wergirtine.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.