Li parêzgeha Helebceyê, her diçe baxên zeytûnan zêde dibin, salane 800 ton zeytûn ji baxên Helebce tên çinîn. Cotyar jî ji berhemê îsal kêfxweş in û dest bi çinîna zeytûnan kir.
Parêzgeha Helebceyê bi hinarên xwe tê naskirin. Niha zeytûn bûne berhemên ku cotyarên bajêr berê xwe dane çandina wan.
Li Helebceyê dema çinîna zeytûnan e.
Cotyar Fayeq Omer, 16 donim baxên wî yê zeytûnên wî hene. Fayeq dibêje, “Westaneke zêde ji baxê zeytûnan re divê. Me niha dest bi çinîna berhemê îsal kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê daxwaz ji me tê kirin em zeytûnan ji wan re bişînin.”
Rêveberê Beşa Baxan li Rêveberiya Çandiniya Helebceyê, Necmedîn Omer jî got, di sinorê rêveberiya wan de nêzî 400 donim baxên zeytûnan hene. Necmedîn dibêje: “Salane jî hejmara baxên zeytûnan li Helebce zêde dibin. Li Helebceyê kargeheke çêkirina zeytê hat vekirin û piştre ev bax zêde bûn.”
ROJNEWS/HELEBCE