Abramovic û arezûya guherînê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 31 Cotmeh 2021 - 23:41

  • Hunermenda navdar ya Sirb, Marina Abramovic ku bi performansên xwe tê naskirin, xelata Spanyayê ya herî bi qîmet “Princess of Asturias” wergirt. 

Hunermenda navdar ya Sirb, Marina Abramovic ku bi performansên xwe tê naskirin, xelata Spanyayê ya herî bi qîmet “Princess of Asturias” wergirt. Abramovic xelata xwe li bajarê Oviedo yê Spanyayê di merasîmekê de girt. Abramovic ji bo xelatê got, “Ji bo vê xelata bi rûmet ez pirr hestiyar bûm û serbilind im.”

Komeleya Princess of Asturias her sal di warê civakî, çandî, zanyarî û teknîkî de xelatan dide. Komeleyê ji bo Abramovic a ku 74 salî ye, got, “Arezûya wê ya ji bo guherînê û girêdana wê ya bi huner re dike ku Abromovic bibe hunermenda herî wêrek a vî zemanî. Her wiha ew bi hunerê xwe kela canê mirovan radike.”  

Vîdeoya Abramovic a bi navê “Carrying the Milk” (Hilgirtina şîr) jî tê de gelek xebatên wê li “Dibistana Huner” a li fabrîkeya “La Vega” ya li bajarê Oviedo tên nîşandan. Pêşangeha wê hîna jî dewam dike û li serdana xelkê vekirî ye.

MADRÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.