Bi rasthatina 15´ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Kovara Nûbiharê vîdeoya peyamên 89 zarokan ya têkildarî cejnê parve kir. Zarokan bi Kurmancî, Kirmanckî, Soranî û Goranî peyam dan.
Peyamên bi dîmen ên zarokan wiha ne: “Ez bi zimanê xwe heme, bi Kurdî bilîzin, zimanê min xweş e, xwendin bi Kurdî xweş e, zimanê me şîrin e, bila hebûna zimanê we pîroz be, em ji Kurdî gelekî hez dikin, zarok bila bi Kurdî bixwînin, bê ziman jiyan nabe, mirov li ser koka xwe şîn dibin, ziman çand e, evîn e, bila roja zimanê Kurdî pîroz be, zimanê me rûmeta me ye, ziman ê min e, îro 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye.”
AMED