Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (International Organisation for Migration-IOM) di raporeke xwe de ragihand ku 85 hezar penaberên Iraqê ji ber nebûna xizmet û parastina ewlekariyê, di rewşeke xirab de ne.
Di rapora IOM de tê gotin; “Penaber li 125 herêman hatine bicihkirin, pirraniya wan li Selahedîn, Enbar û Mûsilê bi cih bûne. Rewşa wan xirab e, niha penabertiya demdirêj bûye diyarde. Nêzî milyonek û 17 hezar kes li Iraqê hîna jî di rewşa penabertiyê de ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN