72 awazên tembûra Kakeyiyan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Mijdar 2023 - 00:43

  • Tembûr, weke amûreke muzîkê li cem Kakayiyan pirr pîroz e. Ew di şahî û bibîranînên xwe de bi hev re li vê amûrê dixin û nahêlin ev çanda qedîm winda bibe. Ev çand di nava komên dînî yên weke Êzîdî, Elewî û Yarsanan de jî li Kurdistanê weke parçeyekî ji ayînên dînî pîroz e jî.  Li gorî pisporan, çanda tembûrê ya Kakeyiyan xwe bi 72 awazên cuda xwe nîşan dide.

Tembûr yek ji amûrên muzîkê yên pîroz ên olên Yarsan û Kakeyiyan e ku bi 72 cureyên awazên muzîkê, di şahî, bibîranînen û ayînên dînî yên Kakeyiyan de tê bikaranîn.

Tembûr an jî Temîre amûreke muzîkê ya taybet a ola Yarsan e ku bi pirranî li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê tê bikaranîn, lê li Başûrê Kurdistanê, Kakeyiyên Helebce û Kerkûkê jî vê amûrê bi kar tînin. Peyrewên ola Yarsan, di merasîmên dînî de wek sazeke pîroz tembûrê bi kar tînin. Kakeyiyan bi sedan salan rêûresmên xwe parastine. Jixwe, yek ji wan rêûresmên pîroz jî jenîna tembûrê ye û ev tişt weke çandekê ji nifşekî derbasî nifşê din kirine û bi vî awayî ev çanda qedîm parastine. Îro roj ev çand li gelek deveran dewam dike.

Tembûr ji kovikeke darîn, destik û sê têlan pêk tê, awazeke wê ya balkêş û taybet heye. Kakeyî dema li vê amûrê dixin, xwedî rewşeke derûnî û hestiyar a taybet in ku dişibe hesta lêxistina defê ya di nava Misilmanan de.

Kakeyiyên li sînorê parêzgeha Helebceyê jî bi taybetî giringiyeke mezin didin vê amûrê. Her sal di bibîranîn û merasîman de ji bo mûzîkê vê amûrê bi kar tînin. Ji bo wan weke amûreke pîroz e. Tembûrvanên Kakeyî yên li parêzgeha Helebceyê derbarê giringî û cihê tembûrê di ola Yarsan û nava Kakeyiyan de axivîn.

Çavkaniya gîtar û hemû sazên din e

Yek ji tembûrvanên Kakeyî Fernûd Îlhamî derbarê mijarê de got, tembûr amûreke muzîkê ya Yarsaniyan e, tenê sazeke li gel xwendina peyvên Yarsaniyan tê lêxistin. Fernûd Îlhamî her wiha da zanîn ku melayên heqanî li ser tembûrê muzîk û ahengên taybet bi kar tînin. Fernûd Îlhamî got: “Ev 22 sal in ez li tembûrê dixim. Tembûra niha heyî çavkaniya tembûrên din hemûyan e. Em dikarin bibêjin gîtar û sazên din hemû jî li ser bingehê tembûrê hatine çêkirin.”

Ji Mîtaniyan maye

Lêkolerê di warê dînî de Senger Henarî derbarê heman mijarê de axivî û got: “Tembûr di olên Mîtaniyan de amûra muzîkê ya herî kevn e. Di nava dînê Yarsan de zêdetirî hezar salan e, pîroz tê dîtin. Tevî ku di nava ola Yarsan û Êzîdiyan de hatiye bikaranîn jî, lê li gel Kakeyiyan pîroz maye û heta niha jî pîroz tê dîtin.” 

Senger Henarî da zanîn ku di pirraniya merasîm û pîrozbahiyên Yarsaniyan de amûra tembûrê tê bikaranîn û li nava Yarsanan tembûr bi 72 awaz û muzîkên cihê tê lêxistin.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.