6 mehan ji dinyayê qut dibin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 25 Tîrmeh 2023 - 13:48

MEDÎNA MAMEDOGLU / NÛJINHA / COLEMÊRG

Li Colemêrgê ku gelek gund û çiyayên wê weke herêma ewlekariya taybet hatiye ragihandin, xelk neçar e bi destûr biçin gund û deverên bilind. Gundê Anur (Kandilli) yê navçeya Gever a Colemêrgê yek ji gundên ku ji salên 90'î û vir ve zilm lê didome ye.

Xelkê ku di sala 1993'an de ji ber zextên dewletê neçar man ji Anurê derkevin, vegeriyan gundên xwe. Xelkê gund ji ber malên wan xera bûbûn demekê dest di konan de man, piştre malên xwe ava kirin. Lê belê bi giliyên cerdevanên gundên derdorê, zexta li ser gundiyan dewam dike.

Anûra ku gundê herî bilind ê navçeyê ye, şert û mercên erdnîgariyê lê dijwar in. Bi barîna berfê re nêzî 6 mehan ketin û derketin nayê kirin. Rêyên bi vîraj metirsiya şimitîna axê derdixîne holê. 

Rêya gund çênakin

Jinan diyar kirin ku tevî hemû serlêdanan jî rêyên gund bi gotina "Hûn PKK’yî ne" nayên çêkirin û gotin, "Eger şansê me hebe em nexweş nabin" û bal birin ser zehmetiyên di mehên zivistanê de. Mehnaz Taşdelen anî ziman ku dema vegeriyan gundê xwe rû bi rûyê pirsgirêkên cidî bûn, lê tevî her tiştî jî gundê xwe terk nekirin û got:“Dema em nû hatin gund ava me ya em sere xwe bişon tinebû. Niha jî mala min ji darên kevn hatiye çêkirin, lê dîsa jî niyeta min tine ku ji gundê xwe derkevim. Axa me ye, ev çiya jî yên me ne, ez ê li ku bihêlim û biçim? Bajar û cihên din bi qasî gundê min hizûrê nadin min. Her çendî em hewl didin jî bi salan e ev rê nehatiye çêkirin. Dema berf dibare kes nikare derbikeve. Piştî berfê 6 mehan em nikarin biçin cihekî din. Em ji her derê qut bûne. Dema em dipirsin çima rê çênakin, dibêjin 'tu PKK'yî' yî."

Halîme Taşdelen jî diyar kir ku zivistana par dema ew ne li malê bûn cerdevan û leşkeran bi hinceta "îxbar" heye bi ser malên wan de girtine û camên wan û deriyên wan şikandine. Halîme Taşdelen, diyar kir ku ew tevî her tiştî li gund dimînin û got yekane daxwaza wan rêyên wan bên çêkirin"

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.