Malpera “Este Pais” 6 helbestên nivîskar û helbestvan Selîm Temo wergerandin Spanî. Helbestên Selîm Temo, ji hêla Jiyar Homer û Elias Olaviaga ve hatin wergerandin û li ser malpera “Este Pais” hatin parvekirin.

Este Pais, kovareke Meksîkayî bû ku berê bi awayekî kaxez dihat çapkirin. Lê niha tenê li ser înternetê bi awayekî dijîtal weşanê dike.

Helbestên Selîm Temo piştî ku ji karê xwe yê akademiyê yê Zanîngeha Artukluyê hatibû dûrxistin, koçî Fransayê kir û niha ew li Parîsê dimîne. Beriya niha jî hin helbestên wî li zimanên Azerî, Ermenkî, Erebî, Flamanî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Japonî û Farisî hatibûn wergerandin.

Di nav helbestên wergerandî Spanî de helbesta wî “Roboskî” jî heye. 

NAVENDA NÛÇEYAN