6 eskerên Îranê hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 18 Sibat 2021 - 01:05

  • 3 endamên Îtlaat (îstîxbarat) û 3 endamên artêşa Îranê hatine kuştin.

Li parezgeha Belûcistanê ya başûr rojhilatê Îranê 3 endamên Îtlaat (îstîxbarat) û 3 endamên artêşa Îranê hatin kuştin
Wezareta îstixbarata Îranê (îtlaat) ragihand ku sê endamên wan li Belûcistanê  hatine kuştin.

Navenda Ragihandina Biryargeha Qudis a Artêşa Îranê jî ragihand ku pêr êvarî li parêzgeha Belûcistanê li sêriyana Bempor di erişekê li ser wesayîtekê de 3 endamên wan hatine kuştin. Navenda Ragihandina Biryargeha Qudis a Artêşa Îranê eşkere nekiriye ka endamên artêşa Îranê ji aliyê kîjan kom û aliyan ve hatine kuştin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.