6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

În 26 Tîrmeh 2024 - 00:48

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Reqayê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ku ji 6 çeteyan pêk dihat, girtine.

Di daxuyaniyê ev agahî hatin parvekirin:"Piştî komkirina agahiyan û diyarkirina cihên ku endamên şaneya DAIŞ’ê xwe lê vedişartin, hêzên me yên Dezgeha Ewlehiya Giştî roja 24’ê Tîrmehê operasyoneke ewlehiyê ya bi bandor li gundê Kerama yê rojhilatê Reqayê li dar xist. Hêzên me bi ser cihên endamên şaneyê xwe lê vedişartin girtin û endamên şaneyê ku ji 6 kesan pêk dihat girtin. Şaneya hatî girtî plana pêkanîna kiryarên terorî datanî." Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gel çeteyekî belgeyê ajokariyê ya tirkî hate dîtin. Her wiha hate destnîşankirin ku miqdareke çek, teqemenî û alavên pêwendiyan bi çeteyan re, dîtin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî bidawîbûna lêpirsînê çeteyên hatin girtin wê sewqî dadgehê werin kirin.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.