57 sal û 700 berhem

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 23 Çile 2023 - 03:02

Hunermendê navdar ê Kurd ê ji Mehabadê Mihemed Mamlê - weke Mamlê navdar e- 23´yê Çileyê 1999´an li bajarê xwe Mehabadê wefat kir, yanî beriya bi 24 salan. Ew sala 1925´an li Mehabadê hatibû dinê. 

Mihemed Mamlê bi stran û sirûdên xwe tê naskirin.Ew ji ber kar û barê kurdayetiyê gelek caran hatiye girtin û di zindanan de jiyana xwe derbas kiriye. Weke nimûne, di 29’ê Sibata sala 1948’an de ji ber ku helbestekî bi navûdeng a Hejar Mukiryanî kir stran hatibû girtin.

 

Navê şaş bû navê malbatê

Navê Mamlê ji ber şaşiyek di dema tormarkirina nav de, ev navê herêmî ji bo malbata wan maye. Dema ku navê Mam Elî bi Mamlê tê tomarkirin, ev jî dibe nasnavê vê binemalê. Xwendina seretayî li Dibistan Pehlewî û Seadet a Mahabatê temam kir.

Her çiqas di nava malbata Mamlê de çend hunermend û dengxweş hebûn jî, lê yê herî derketî pêş Mihemed Mamlê ye.

Piştî mirina bavê wî û birayê wî Mîrza Hisênî, Mamlê karî nûnerê hunerî yê vê malbatê 50 salan bi awaz û stranên Kurdî berdewam bike.

 

Bêhtirî 300 berhemên wî bi xwe

Yek ji stranên deriyê hunerê ji Mamlê re vekir, strana ‘Royî bi cihêyî hiştim’ bû ku di sala 1938’an de tomar kiribû. Li gorî çavkaniyên dîrokê di nava 57 salên jiyana hunerî de nêzî 328 stran tomar kirine.

Mamlê xwedî 700 berhemên hunerî ye ku ji vane 300 heta 320 ji aliyê wî bi xwe ve hatine hilberandin. Hemû di pirtûka Yadî Bexêr de hatine tomarkirin. Herwiha hinek stranên floklorî jî li gorî awaza xwe ya taybet gotiye.

Mamlê di sala 1994’an de strana herî dawî tomar kir. Ji wê salê ve êdî bi nexweşiyekî giran ket. Piştî 5 salan Mamlê di 74 saliya xwe de, roja 23’yê Çileya sala 1999’an piştî nîvro, li bajarê Mahabadê yê Rojhilata Kurdistanê koça dawî kir û xatir ji dinya gewrik xwest. 

Cenazeyê wî li goristana Mehabadê ya bi navê Bûdak Siltan hate definkirin. 

 

Xelatên Mamlê

Navenda Hunerî ya Mamlê ji sala 2010´an ve Xelata Hunerî ya Mamlê didin hunermendekî. Sala 2010´an Qala Merre hêjayî vê xelatê hatibû dîtin.  Sala 2014´an Nasir Rezazî ev xelat wegirtibû. Xelîl Xemgîn jî sala 2018´an hêjayî xelatê hatibû dîtin. Sala 2019´an hunermendê ji Kirmaşanê Husên Sefamenêş ev xelat wergirtibû.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.